- Her çend ev peyker weke “Şêremêr”ekî were binav kirin jî derbarê zayenda wî de hîna jî niqaş dewam dikin û hin zanyar îdia dikin ku ew di heman demê de dişibe peykerê jinekê jî û nayê qebûlkirin ku tenê weke peykerekî mêr were binavkirin. Ji ber van sedeman derbarê zayenda peykerî de niqaş îro jî dewam dikin.
Di Îlona sala 1939’an de li “Newala Lone” ya Elmanyayê di nava şikefta Hohlenstein de arkeologên Elmanî rastî peykerekî ecêb hatin. Ev peykerê ku dişibiya şêremêrekî (hin kes berovajî vê yekê difikirin û dişibînin jinekê jî) bi sedan perçeyên diranên fîlan hatibû çêkirin û heya roja îro jî arkeolog hewl didin perçeyên vî şêremêrî li hev kom bikin û peyker temam bikin. Navê vî peykerî bi Elmanî “Löwenmensch” e lê weke “Şêremêr” jî tê binavkirin û beriya niha bi vî navî li muze û pêşangehan hatiye nîşandan.
Li gor agahiyan ev peykerê şêremêrî xwedî dîrokeke kevn e. Wisa tê texmînkirin ku dîroka çêkirina wî digihîje heya 40 hezar salî. Heya niha yek ji peykerên herî kevn ê ku dişibe heywanan tê qebûlkirin. Peykerê şêremêrî li “Muzexaneya Ulm” ya ku li bajarê Ulm yê Elmanya dimîne tê parastin û xelkên bixwaze diçe serdana peyker.
Perçeyan bi hev ve datînin
Kolanên li şikefta Hohlenstein-Stadel di sala 1937’an de di bin serokatiya Robert Wetzel de dest pê kir. Ev peykerê şêremêrî jî di sala 1939’an ji hêja Jeologê Elmanî Ottto Volzing ve hate dîtin. Dema Volzing peyker dibîne peyker jihev ketî ye ango perçe perçe ye. Volzing hemû perçeyên wî bi hev ve datîne û peyker li hev tîne. Di wan salan de gelek berhemên din jî tên dîtin lê ji ber şerê cîhanê yê duyem xebatên li şikeftê di nîvî de dimînin û pêşde naçin. Bi qasî 30 salî perçeyên peykerê şêremerî li Muzexaneya Ulmê tên jibîrkirin heya ku arkeolog Joachim Hahn tê bi hewara wî ve.
Ji 200 perçeyî pêk tê
Joachim Hahn, bi qasî 200 perçeyê peyker li hev rast dike heya ku vî şiklê dawî dide peyker. Piştî ev peyker bi vî awayî temam dibe tê dîtin ku hem dişibe însan û hem jî dişibe heywanan. Yanî peyker weke nîv-însan û nîv-mirov hatiye sêwirandin. Robert Wetzel heya salên 1961’an jî xebatê xwe didomîne û di sala 1970’ê de çend perçeyên din yên peyker dibîne. Di sala 1982’an de paleontolog Elisabeth Schimd, perçeyên nû li yên Joachim Hahn zêde dike û hat dîtin ku hin taybetmendiyên peyker, nexasim jî rû û pozê wî dişibe yê pisîkan.
Di sala 2013’an de temam dibe
Di sala 1987’an de Schmid û Ute Wolf li atolyeyên “Landesmuseum Wurttemberg” bi restorasyoneke baş û firehtir bi peykerî dadikevin û nêzî şeş mehan li ser dixebitin. Piştî vê xebatê dibînin ku ji sisiyan yek hêla peyker kêm e. Pişta peyker gelek zerarê dîtiye û perçeyên piştê kêm in. Ji bo ciyên kêm werin dagirtin şima bikaranîn û bi vî awayî ciyên kêm mayî temam kirin. Ev xebata di li ser vî peykerî di sala 2013’an de temam bû niha peyker bi vî halê dawî yên ku di wêneyan de dixweye li muzexaneyê tê nîşandan.
Niqaşa jin e an mêr e?
Her çend ev peyker weke “Şêremêr”ekî were binav kirin jî derbarê zayenda wî de hîna jî niqaş dewam dikin û hin zanyar îdia dikin ku ew di heman demê de dişibe peykerê jinekê jî û nayê qebûlkirin ku tenê weke peykerekî mêr were binavkirin. Ji ber van sedeman derbarê zayenda peykerî de niqaş îro jî dewam dikin. Ji ber hin taybetmendiyên peyker dişibe yên jinan jî. Lê Kurt Wehrberger ku li Muzexaneya Ulmê dixebite ji bo peyker dibêje ku ew yek ji “sembolên tevgara feminîst” e.
NAVENDA NÛÇEYAN