Serê salê binê salê, Xwedê biparêze vê malê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 29 Kanûn 2022 - 04:31

Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê di bin dûreşmeya "Serê salê binê salê, xwedê biparêze vê malê" li bajarê Kobanê çalakiya “El Behce” da destpêkirin. Doh çalakiyê ji navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê dest pê kir. Du endaman cil û bergên gelêrî yên Kurdî li xwe kirin, li kolan û kûçeyên bajarê Kobanê re geriyan. Şêniyên bajêr jî bi lêdana daholê eleqeyek mezin nîşanî çalakî da. Piştre serdana saziyên Rêveberiya Xweser hat kirin. Çalakî wê 3 rojan dewam bike, wê endamên tevgerê serdana hemû navçe û bajarokên Kobanê bikin.

Îro jî dê sardana malên şêniyên bajarê Kobanê bê kirin û hêviyên saleke nû ya xweş bên kirin û şêranî û diyarî li zarokan bên belavkirin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.