• Polês û zabite zextan dikin li stranbêjên li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê stranên bi Kurdî dibêjin.

DOGAN KAYNAK / MA/STENBOL

Polês û zabite zextan dikin li stranbêjên li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê stranên bi Kurdî dibêjin. ev stranbêj dibêjin, amûrên wan jî tên desteserkirin û cezayê pereyan li wan tê birrîn. 

Mehmet Yuksel ev demeke dirêj e li kolanan stranan dibêje. Wî got, xelk bi taybetî elaqeyeke mezin nîşanî muzîka Kurdî dide û ew jî stranên bi Kurdî dibêjin. Yuksel bal bire ser girîngiya muzîka Kurdî û stranên Kurdî û gelek hunermendên Kurd ji wan re mîraseke mezin hiştine û ew jî dixwazin xwedî li wê mîrasê derkevin. 

Yuksel got: “Zextên li dijî Kurdan li vî warî jî dewam dikin. Her ji destê me tê em bi zimanê xwe disitirên. Polês ji me re dibêjin, ‘Ev der ne cihê Kurdan e, hûn nikarin li vir stranên bi Kurdî bibêjin’. 200 lîre cezayê pere li min û hevalên min birrîn. Vê jî dikin bac. Em di heman demê de debara xwe jî dikin. Lê ji ber zextên polêsan, em birêkûpêk nikarin debara xwe bikin.” 
 

‘Bi Kurdî nebêjin ev der Tirkiye ye’ 

Devran Ronî jî anî ziman ku ev 6 sal in ew stranan dibêje û ew jî wek hevalê xwe Mehmet Yuksel bi zextên polêsan re rûbirû dimîne. Ronî got, hin kesên nijdaperest dema li ser cadeyê di ber wan re derbas dibin, gotinan ji wan re dibêjin: “Hin kes wexta di ber me re derbas dibin dibêjin, ‘li vê derê bi Kurdî stranan nebêjin, ev der Tirkiye ye’. 6 sal in ez bi Kurdî stranan dibêjim. Her ku ez hebim, ez ê bi Kurdî stranan bibêjim.” 
 
Êşkenceya polês û zabiteyan 

Ferhat Demîr jî got, ev 10 sal in ew bi karê muzîkê re mijûl e û ev 4 sal in jî li kolanan stranan dibêje: “Zabite û polês zextan li me dikin. Nahêlin ku em stranên bi Kurdî bibêjin. Hin caran polês û zabite li hevalên me didin. Stranên Kurdî wek tiştekî ecêb dibînin.” 

Farûk Urun jî anî ziman ku ew li Cadeya Îstîklalê hunermendiya kolanê dike û gelek kesên biyanî jî li kolanê hunerê xwe nîşan didin, lê belê tenê kesên bi Kurdî stranan dibêjin, bi zextan re rû bi rû dimînin. Urun diyar kir ku ji ber ku ew stranên bi Kurdî dibêjin, gelek caran polês wan dike nezaretê û dibe qereqolê îfadeyên wan digire. 

Ahmet Naîfoglû jî anî ziman ku ew ji polês û zabiteyan direvin û stranên Kurdî dibêjin û gelek caran cezayên pereyan li wan tê birrîn.