AMARGÎ ARHAT BA/ANF/BEHDÎNAN 

 

 

Artêşa Tirk şeva 20'ê Tîrmehê li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dest bi operasyoneke nû ya ji bo dagirkirinê kir. Artêşa Tirk her operasyoneke dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê di rojên manîdar de dide destpêkirin, bi vî rengî hewl dide peyamên cuda yên siyasî bide. Vê carê jî di salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê ya qirkirinê de da destpêkirin.Gerîla bêyî ku bikeve nava bendewariyan li dijî dewleta Tirk ku rûyê herî zalim ê li herêmê ye, têkoşîna xwe bênavber dewam dike. Yek ji mînakên şênber ên vê têkoşînê jî li Qada Girê Cûdî ya herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tê kirin.

Artêşa Tirk dizane ku di operasyona li vê qadê de gelek dezavantaj ji bo xwe hene. Piştî şerê 7 mehan ê derbasbûyî neçar mabû ku xwe ji qadê vekişîne. Baş e, çima artêşa Tirk li qada ku têk çû, dest bi operasyoneke nû kir?

Operasyona ku artêşa Tirk di 14'ê Nîsana 2022'an de li herêma Zapê da destpêkirin li çeperên berxwedanê yên li Sîdayê û qadên berxwedanê yên rojavayê Zapê aliqî. Li gorî hesabên ku kiribûn heta dawiya sala 2022'an wê temamiya Zapê dagir bikin, lê nekarîn vê bi ser bixînin. Berxwedana gerîla berevajî bendewariya wan hîn zêde dewam kir, texmîn nekirin ku wê neçar bimînin ji qada rojavayê Zapê birevin. Yanî kirin nekirin nekarîn li wir serketinê ragihînin. Operasyona Zapê ji bo wan têkçûn bû. Lê belê dewleta Tirk xwedî karakterekî welê ye ku xwe bi şer û xwînê xwedî dike. Ji ber vê yekê bi taybetî ji bo li Herêmên Parastinê yên Medyayê hebûna xwe dewam bike, neçar ma ku operasyoneke bi vî rengî bike. Yanî operasyona ku 20'ê Tîrmehê destpê kir ji bo dewleta Tirk hewldaneke nû ya ji bo rizgariyê bû.

 

Digot gerîla êdî nikare li ber xwe bide

Li aliyê din, artêşa Tirk difikirî ku gerîla mîna destpêkê nikare li hemberî operasyoneke duyemîn performanseke aktîf nîşan bide. Li bendê bû ku li hemberî wan hêzeke lawaz, bêamadekarî û xemsar a gerîla hebe. Li gorî wan artêşa Tirk wê nikarîbûya berxwedaneke bi rêk û pêk bike, lewma hewl dan careke din li qada Girê Cûdî bi cih bibin. Lê belê hesabê ku li biryargehê kirin careke din li Zapê nehat. Gerîla bi taybetî ji meha Kanûnê û vir ve ku artêşa Tirk xwe ji Girê Cûdî vekişand, bêyî ku bikeve xemsariyê hîn bi xurtî xwe amade kir. Şeva ku êrîşê destpê kir bi tedbîran, xwînsarî û destwerdanan di cih de bersiv dan hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk. Û di êrîşên heta niha de windahiyek bi tenê jî nedan, bi vî rengî jî çeperên xwe diparêzin.

 

Miriyên xwe vedişêrin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê rastiya şer bi berfirehî her roj bi daxuyaniyan bi raya giştî re parve dike. Lê belê artêşa Tirk hem hewl dide nîşan bide ku mîna operasyon li qadeke gelekî berfireh tê meşandin û binepixîne, hem jî ji 20'ê Tîrmehê û vir ve nasnameya leşkerên xwe yên hatine kuştin eşkere nake. Tenê çend roj berê gotin, 'Li herêma operasyona pençe kîlît' leşkerekî wan miriye. Çawa pêkan be, gotin ku helîkopter lê ketiye û miriye. Leşkerê bi navê Erdem Kavlak jî qaşo bi çeka xwe di qezayê de miriye. Beriya çend rojan jî qaşo li Gabarê cerdevanek şemitiye û ketiye û miriye. Rojên dawî daxuyaniyên bi vî rengî gelekî zêde bûne, ku nepêkane tesadûfî bin. Ya balkêş jî ew e ku gelê Tirk an jî malbatên van leşkeran ranabin nabêjin, ev artêşeke çawa ye ku her roj leşkerek bi qezayê li nav dimire?

Artêşa Tirk nasnameya leşkerên ji aliyê gerîla ve hatine cezakirin vedişêre. Gerîla bi dehan caran ev yek bi belge kirin. Li qada Girê Cûdî di şerê 5 rojên dawî de zêdeyî 25 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê li hemberî xeleka nebaşiyê, dûrî dek û dolaban, dûrî derewan bi rengekî cewherî û şênber şer dikin. Di sala 2022'an de 7 mehan di şerê li qadê û tunelan ên 7 mehan yek ji derbên herî giran ên dîroka artêşa Tirk li dagirkeran xistin û kirin ku dagirker xwe vekişînin. Encamên rojên destpêkê yên şer nîşan dide ku li herêma rojavayê Zapê wê serketineke duyemîn pêk were.