Şerê keçan bû xêzeroman

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Hezîran 2021 - 01:51

SELMA AKKAYA
PARîS


Rojnamevan û derhêner Mylène Sauloy sala 2016´an li ser şerê YPJ´ê li dijî DAIŞ´ê belgefilma bi navê "Şerê keçan (La guerre des filles )" çêkiribû. Xêzeromaneke ku îlhama xwe ji vê belgefilmê digire, di meha Hezîranê de wê bê weşandin li Fransayê. Rojnamevan Mylène Sauloy ji bo danasîna têkoşîna gelê Kurd û nexasim jî ya jinên Kurd gelek caran çûye Kurdistanê. Xêzeromana behsa wê tê kirin jî li gorî belgefilma "Şerê keçan" tê amadekirin. Navê Xêzeromanê wê Keçên Kurdistanê (Les filles du Kurdistan) be. 

Weşangerekî ku belgefilm dîtî, ji Mylène Sauloy re gotiye, gelo ew nafikire senaryoya xêzeromaneke elaqedarî wê binivîse. Ew li ser xêzromanê wiha dipeyive: "Ji bo min ev fikra ku mirov wê karibin destana van jinên azad deynin ber xwe, karibin pelên wê biqulibînin û bi israr bixwînin, fikrekreke efsûnî bû. Ji ber ku mirov filmekê dibîne, û ew paşê diçe, winda dibe, ti girîngiya wê namîne. Lê kitêb weke hevrêyekî ye, kengî hûn bixwazin ew ji bo we îlham e. Wekî din jî ew jinên ku ji ber ewlekariyê nekarîn di filmê de bin, em ê karibin her yekê weke karekterekê wan bi cih bikin. Ev rêyek bû ji bo rêzgirtina ji vê destanê re û di heman demê de mirov wê bigihîje komeke din a mirovan."


Projeya filmeke nû li Rojava

Mylène Sauloy li ser têkoşîna azadiya miletê Kurd gelekî kar kiriye û gelek caran çûye her çar parçeyên Kurdistanê. Gava cara dawî çû Rojava, belgefilma xwe ya "Şerê keçan" çêkiribû. Mylène Sauloy dibêje, jinên li Ewrûpa yên ku difikirin azad in, dikarin ji têkoşîna jinên Kurd gelek tiştan hîn bibin. Ew dibêje, ew dixwaze careke din biçe Rojava û kengî pandemî destûrê bide, ji bo projeyeke filmeke nû ew ê biçe Rojava. Ji bo xêzeromanê jî wê got, di nava meha Hezîranê de xêzeromana Keçên Kurdistanê wê bê weşandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.