Li gorî lêkolînên li Çiyayê Everestê ku weke 'banê' cîhanê tê binavkirin, mîna li derya û qadên bejahî yên mirov lê ne, li vî cihê bêhempa yê xwezayî jî qirêjiya plastîk zêde bûye.
Di lêkolînê de ku li kovara zanistiya hawirdorê ya bi navê One Earth hate weşandin, li çiyayê ku bilindahiya xwe 8 hezar û 848 metre ye, kêm maye ku sergo çêbibe. Li bilindahiya 5 hezar û 364 metreyî ya çiyê li qada kampê sergo tê dîtin. Her wiha li 8 hezar û 840 metreyî jî çop tê dîtin.
Ji pisporên Zanîngeha Plymouthê yê beşdarî lêkolînê bû Îmogen Napper, parçeyên plastîk êdî li Çiyayê Everestê gelekî tên dîtin, kom kir.
Li gorî lêkolîneke ku par li kovara Nature Geoscience hate weşandin, mîkro plastîk bi rêya ba, berf û baranê gihîştine heta ser çiyayên Pîrene yên navbera Fransa û Spanyayê. Di vê lêkolînê de hatibû ragihandin ku rojane 365 parçeyên plastîk dikeve qada berfê ya ji metreçargoşeyekê ya çiyayên Pîrene.
NAVENDA NÛÇEYAN