Şer nekarî jinan asteng bike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 00:20

FÎDAN ABDULLAH / NÛJINHA / ŞEHBA

Jinên nivîskar ên bi darê zorê ji kantona Efrînê hatine koçberkirin û niha li Şehbayê dimînin êş û azarên koçberî û penaberiyê veguherandine pirtûkên wêjeyê û perwerdeyê.

Di 22’ê Hezîranê de nivîskarên jin ên kantona Efrîn-Şehbayê di şahiya Yekîtiya Rewşenbîran ya kantona Efrîn-Şehbayê de hejmarek pirtûkên xwe îmze kirin. Jinên nîvîskar ên beşdarî şahiya Yekîtiya Şahiyan bûne diyar kirin ku bi riya nîvîsandina pirtûkan dê nifşê nû rastiya koçberî û dagirkeriyê hê baştir bizanibin.

Êşa koçberiyê nivîsand

Rokan Hisên a di sala 2018’an de ji Efrînê hate koçberkirin. Di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye û gelekî ji nivîsandin û xwendinê hez dikir tenê bi awayek hestê xwe dianî ziman lê tu carî nedifikirî bibe nivîskar. Rokan Hisên wiha behsa nivîsandina pirtûka xwe kir: “Piştî koçberiya me ya bi êş ez hîn zêdetir bi pênûsa xwe ve hatim girêdan. Jinên li kantona Efrînê ev 7 sal in li hember şert û mercên zehmet ên jiyanî disekinin .Min bi 4 nivîskarên jin re pirtûkek bi navê "Şezerat Nesewiye" çêkir. Pirtûka me behsa êşên koçberiyê, dûrbûna ji axê, şer û bêrîkirina welat dike.”

Dorpêça Şamê bi derengî xist

Rokan Hisên di berdevamiya axaftina xwe de behsa pitûkên ku ew nivîsandiye kir û gotinê xwe domand: “Riya belavkirin û çapkirina vê pirtûkê dê nifşên ên li pêş me bizanin em çiqas zehmetiyan re derbas bûn. lê tevî wê jî me dest ji xeyal û behreyên xwe bernedan lê belê em zêdetir bi israr bûn. Piştî nivîsandina pirtûka min  ya bi zimanê erebî ez ê dest bi nivîsandina pirtûkekê bi zimanê Kurdî bikim û helbest û çîrokên xwe di kovar û rojnameyên xwecihî de belav bikim. Beriya 3 salan me dest bi nivîsandina pirtûkê kiribû ji bo em bişînin çapê û belav bikin lê ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê me nikarîbû em yekser bişînin.”

Derheqê endirûstiyê dinivîse

Xwediya pirtûka "Isafat Eweliye" Sakîne Erebo ya 40 salî jî ku bi xwe hemşîre û Endama Tevgera Heyva Sor a Kurd e got: "Fikra nivîsandina pirtûka min piştî karê min di warê tenduristî de hat. Dema min dest bi nivîsandina bi zimanê erebî kir min dît ku di dema me ya niha de gelek şîret û mijar bi erebî hene lê bi zimanê Kurdî tune ne ji ber wê min pirtûka xwe bi Kurdî nivîsand. Pirtûk derbarê çawaniya rewşên lezgîn e. Mîna şewitandin, şikinandin, zarok birîn, vîtamîn, av nexweşiyên belavbûyî mîna kolera, hesbe, birina derziyan û girîngiya wan e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.