
- Hûn ji min bipirsin ji bo Kurdan û temsîliyeta wan a di sînemayê de “Li Eniya Rojava Tiştekî Nû Nîne”! Em dev ji vê “eniya talanker” berdin û li eniya xwe vegerin. Di eniya xwe de kozikên nû ava bikin û rextê sînemaya xwe baş girê bidin. Naxwe ev derhênerên “eniya talanker” ew ê qira çîrokên me bînin!
ARDÎN DÎREN
Beriya du rojan min li filmekî temaşe kir; “Nouvelle Vague” (Richard Linklater-2025). Film di şexsiyeta Jean Luc Godard de behsa pêla sînemayê ya “Nouvelle Vague” dike û her wiha serpêhatiya filmê “Breathless” tîne ser perdeya sînemayê. Di cihekî fîlm de Roberto Rosellînî dibe mêvanê derhênerên ciwan ên Pêla Nû û wan wiha hişyar dike;
“Sînema meseleyeke exlaqî ye. Teknîkeke têgihîştina ji rastiyê nîne. Ji bo vê yekê pêwîstî bi helwesteke exlaqî heye. Heger gotineke we tune be, kamera tenê pênûseke ko, tiştekî bêqîmet û bêaqil e. Rêya herî baş a çêkirina filmekî pirr hêsan e. Hunera rastîn, mîna ku ji webayê bireve ji efektên hunerî direve. Azadiya rastîn aqilane ye û berbayî rêgez û adetên kevn nekevin.
Dîmen divê tenê di rewşên lezgîn û pêwîst de bên girtin. Sînemayê ti carî wekî tiştekî mîstîk nebinin!”
Sînemayê tu carî wekî tiştekî mîstîk nebînin… Bila ev li vir bimîne.
…
Demek dirêj e min têkiliya xwe û filmên Tirk (derhênerên Tirk) birrîye. Yanî heger rojekê li derekê filmên wan derkeve pêşiya min belkî temaşe bikim wekî din temaşe nakim û wextê xwe nadim wan. Nexsim jî pere bidim û biçim li sînemayê temaşe bikim, ev qet ne karê min e! Ji bo filmê “Kurtuluş” jî çend car fikirîm; “Gelo hewce dike pere bidim û temaşe bikim?” Ji ber nîqaşên li ser film di rojevê de bûn, min nexwest bêyî ku li film temaşe bikim li ser tiştekî binivîsim û bi pêşdarazan nêzî film bibim. Axir min xwe negirt û ez çûm film. Çi bêjim pirr li ber pereyê xwe ketim, pirrrr! Dawiya dawî bi pereyê ku em didin film em dibin piştgirê film jî. Ji ber ku bi awayekî bûm piştgirê vî filmê hinek jî ji xwe hêrs bûm. Her wiha ferzkirin û êrîşa “estetîka hovane” ya derhêner kir ku bi şev hestên xwe yên li jêr binivîsim.
…
Bi rêya fîlmê “Kurtuluş” (Emin Alper) em dibînin ku di sînemaya Tirkiyeyê de temsîliyeta Kurd hê jî di nav sînorên nêrîna hegemonîk de asê maye. Ev nêrîn Kurdan wekî “yê din”ê mutleq nîşan dide: hov, paşdemayî, di nav pevçûnên eşîrî û olî de windabûyî. Piştî salên 1990 û 2000’an, di serdema “Sînemaya Nû ya Tirkiyê” de ev temsîl her çend guherî xuya bike jî, lê pirsgirêkên bingehîn – yên ku “fantaziyên kolonyalîst” li ser Kurdan ava dikin – berdewam in. Bi kurt û kurmancî “fantaziyên kolonyalîst” ên li ser Kurdan ji hêla derhênerên Tirk ve weke “kore-mar”an her kiras diguhere. Her çend bixwazin kirasên nû li bedena Kurdistanê bifesilînin jî ew kiras piştî demekê li vê bedenê teng tê û diqete! Di vê çarçoveyê de fîlmê dawî yê Emin Alper “Kurtuluş” jî nîqaşên têkildarî vê mijarê dîsa tîne rojevê.
Di fîlmên ku Kurd bi ziman û perspektîfa xwe ve nehatine vegotin de biyanîtiya çandî xwe nîşan dide. Muzîk, kevneşopî, ziman û jiyana rojane ya Kurdî bi gelemperî wekî hêmanên dekoratîf an folklorîk têne bikaranîn. Ne şêxîtiya Ferît (Feyaz Duman) û Mesût (Caner Cindoruk), ne zikr û selewatên di wan şikeft û camîyan de, ne Kurdiya ku li ber Tirkî weke motîf maye (hema bêje di hemû sehneyan de tenê ji bo ku em çend peyvên bi Kurdî bibihîzin Kurdî hatiye bikaranîn), ne jî çîroka Habîl û Qabîl ku mirov nikare girêdanekê çêbike bi çîroka giştî ya filmî re, ne jî ew jina ku çekê dide milê xwe bi çehşên din re…Ev hêman ne wekî bingeha çîrokê lê wekî “reng”ekî estetîkî yê ku “kela canê temaşevan” radike hatine bikaranîn. Ev ne temsîl e; ev mîstîfîkasyoneke çandî ye ku bi teknîkên pêşketî yên kamerayê, sêwirandina deng, reng û montajê tê xurtkirin. Ev teknîk nahêlin ku temaşevan li ser rastiya binyadî bifikire; berevajî vê yekê temaşevan bi “bedewiya hovane” ya dîmenan re, rastiyê jibîr dike û bi fantaziyeke kolonyal re rû bi rû dimîne. Di encamê de, fîlmên bi vî rengî ne rastiya Kurdan lê texeyûlên li ser Kurdan nîşan didin. Jiber ku rastî nayê temsîlkirin, tenê texeyûl tê estetîzekirin. Texeyûlên pûç û vala! Mixabin ev yek jî bîyanîtiya çandî kûrtir dike.
Hûn ji min bipirsin ji bo Kurdan û temsîliyeta wan a di sînemayê de “Li Eniya Rojava Tiştekî Nû Nîne”! Em dev ji vê “eniya talanker” berdin û li eniya xwe vegerin. Di eniya xwe de kozikên nû ava bikin û rextê sînemaya xwe baş girê bidin. Naxwe ev derhênerên “eniya talanker” ew ê qira çîrok û serpêhatiyên me bînin!
…
Piştî ku di salona sînemayê de film bi dawî dibe, ji wî filmî çi dimîne di “bîr”a me de? Bi min ev pirs girîng e. Hestek, nêrîn û awirek, karakterek, hevokek…Ez dirêj nekim piştî ku min li filmê “Kurtuluş” temaşe kir welatekî hovane û mirovên “hov” ma di bîra min de. Kirdeyên mutleq xerab. Welatekî bi her awayî “tarî”! Elbet dibe ku weletek hov be û mirovên tê de dijîn jî hovane bin. Lê ne bi vê ecêbê! Lê ne bi vê xerabiyê! Tiştê ku vî filmî kiriye “xerabî” ye, ne tiştekî din. Ji lewma karekter, tema û estetîka fîlmê “Kurtuluş” bi ti awayî li sosyolojiya erdnîgariya Kurdistanê nayê! Ew weke tercîhekê her çend meseleyê ji “pirsgirêka Kurd” birevîne jî tiştên ku behs dike yekser bi navika vê pirsgirêkê re girêdayî ne. Bivênevê mirov dipirse; Di vê meseleyê de dewlet li kur e? Hebûn û nebûna dewletê di film de cihê nîqaşê ye û Emîn Alper awirên xwe ji ser hêz û peywira dewletê (leşker) ya li wan gundan revandiye û dewletê weke xeyaletekî bi cih kiriye. Nexasim di vê meseleyê de dewlet û pêkûtiyên wê nikare were veşartin! Ev hêza ku bingeha hemû pirsgirêkan e divê bi awayekî razber neyê ravekirin. Ji ber van sedeman fîlm nikare xwe “xelas” bike û di rastiya Kurdistanê de bi her awayî asê dimîne.
Bi min divê Kurdistan û çîrokên wê beriya her tiştî ji vê nêrîna çewt û “estetîka hovane” xelas bibe beriya ku mirovên hovane nîşan bide! Ev “estetîka hovane” xerabtire ji wan mirovên hovane ji lewre nahêle heqîqet were ziman û berê temaşevan bi “aqilekî sazkar” dide aliyên din. Ew aliyê ku heqîqet jê gelek dûr e.
…
Filmê “Kurtuluş” jî di konteksa qetlîama çandî de ne kêmî kiryar û zordestiyên wan cehşan e; ew cehşên ku li Kurdistanê bi çek û hêza dewletê komkujiyan pêk anîn/tînin. Ev fîlm jî bi şêwaz û vegotina xwe ya nixumandî qetlîemeke dîtir pêk tîne. Qetlîema bi rêya hunerê. Estetîka ku etîkê bin pê dike û rastiyê dinixumîne di nav mijê de.
…
Piştî fîlm bi dawî bû gotinên Roberto Rosellînî hatin bîra min.
Axir ev fîlm ew “weba” ye ku Roberto Rosellînî li jor behs dike. Ji lewma film bi “efektên hunerî” xeriqî ye. Mîstîfîkasyon û nehênîbûn çîroka ku tê behskirin difirîne ber bi asîmanan ve û piştî demekê lingên film nagihîjin erdê. Nexasim jî “sînemavanên Kurd” divê xwe dûrî vê “weba”yê bigirin û li ber sînemaya “mîstîk” a bîr-korên Kurdistanê (dibe ku ew derhêner Kurd bin jî) ji xwe ve neçin. Divê ew bîrbirên baş ên sînemayê bin û her wiha temaşevanên qewî bin. Nexasim jî li hember sînemaya ku “kesên spî” (an jî yên di pozîsyona hegemonîk de) çêdikin di derbarê xelkên hatine mêhtin û bindest de.
Heger pêwîst nîn be û gotineke me tune be em ranehijin kamerayê û dîmenan negirin! Nexasim li erdnîgariyeke weke Kurdistanê ku di warê hunerî de ji estetîkê bêhtir li etîkê digere! Naxwe cehnima estetîkê! Em xwe wekî ku gotina me heye nîşan nedin û bi “efektên hunerî” mîstîfîkasyonê ava nekin û temaşevan nexapînin.
Û elbet pirsek;
Ji bo temsîleke rast, azad û dij-kolonyalîst em ê çi bikin?
Bi min divê em vê pirsê bi wêrekî ji xwe bipirsin. Heger hêviyeke me ji “eniya talankar”an tune be! Em ê karibin li hember van temsîlên bîrkor û xerab dij-temsîlekê ava bikin? Divê em jî (hemû kesên ku bi rêya hunerê dixwazin Kurdan û çîrokên li ser erdnîgariya wan temsîl bikin) li xwe mikur werin û nekevin vê xefika dijwar! Divê em jî hinek li karê xwe binêrin, rexne bikin û şûjinê tenê di çavên kesên biyanî re ranekin! Ji lewma di meseleya nîşandinên dîtbarî de çi bi zanebûn û çi jî bê zanebûn em jî bê guneh nîn in! Lewma divê em van pirsên li jor bibersivînin da ku rexne û gotinên me li ser sînga welatê me bi keys rûnên û badilhewa neçin.
Û herî dawî;
Heger em manîfestoya Glauber Rocha ya “Uma Estética da Fome” (Estetîka Birçîbûnê) bînin bîra xwe. Kêm zêde wiha digot;
Divê birçîbûn, tundî û mehrûmiyeta ku xelkê Brezîlya dijî, bi zimanekî xemilandî, nerm, romantîk an jî estetîkî nayê ziman; divê bi awayekî tazî, xav û rasterast bê nîşandan. Li gorî Rocha, Brezîlya (û bi giştî civakên kolonîzebûyî) tenê bi nîşandana vê rastiya xav û tazî dikare temaşevan ji rewşa pasîf rizgar bike û vexwîne çalakiya praksîs a şoreşgerî.
Dibe ku ev nihêrîn ji bo we de-mode û fikreke jibîrçûyî be lê ez li ser vê fikrê me.







