
- Yek ji hunermendên gewre yê muzîka Kurdî Mihemed Şêxo 37 sal berê koça dawî kir. Berhemên wî niha li ser zimanê milyonan kesane û awazên wî hêj li her dera Kurdistanê olên didin.
Hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêx, 37 sal berê koça dawî kir. Berhemên wî, li Kurdistan û li gelek deverên cîhanê ji hêla milyonan ve hatin guhdarîkirin. Şêxo, di sala 1948’an de li gundê Xecokê yê li başûrê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. 6 xwişk û 6 birayên wî hebûn. Dema diçû dibistana seretayî, hînî entrumanên weke tembûr, bilûr, ûd, keman, akordean û gîtarê bû. Ji ber ku li Sûriyeyê stranên bi Kurdî qedexe bûn, Mihemed Şêxo di sala 1969’an de çû Beyrûdê û li vir 2 salan beşa muzîkê xwend. Piştre jî di Yekitiya Hunermendan a Lubnanê de li tembûrê xist û stran got. Di sala 1971’ê de tev li komên weke Koma Newroz, Koma Serkeftin û Koma Biharê ku li Lubnanê hatibûn avakirin, bû. Di sala 1972’yan de hate Rojava. Li bajarokê Rimêlanê pêşengtiya komên muzîkê kir lê ji ber ku nexwest tev li Partiya Baasê bibe, îstîfa kir. Di sala 1973’yan de bi rêyên qaçax derbasî başûrê Kurdistanê bû û ji wir jî çû Bexdayê. Di Radyoya Bexdayê de dest bi xebatê kir û di demekî kin de 10 stran tomar kir. Dema ji Bexdayê vegeriyayîbaşûrê Kurdistanê, Kerkûk TV’yê 2 stranên wî kişand.
Binçavkirin û girtin
Piştî ku vegeriyayî Rojava, îstîxbarata hikûmeta Şamê dev ji Mihemed Şêxo berneda û gelek caran hate girtin. Di vê pêvajoyê de gelek caran hate îşkencekirin lêbelê tu caran ji sekna xwe paşdegav neavêt. Di dema şoreşa sala 1974’an de xwest dîsa biçe başûrê Kurdistanê. Piştî têkçûna şoreşê, tevî pêşmergeyan derbasî rojhilatê Kurdistanê bû û di kampa li vir de bi zarokan re koma muzîkê ava kir. Di wê navberê de hêzên Îranê ji bo ku Şêxo têkiliya xwe ya bi hevalên xwe yên rewşenbîr re qut bike, sirgunê bajarên cuda yên Rojhilat kir.
Qaseta ewil; Ey Felek
Kaseta ewil a Mihemed Şêxo “Ey Felek” di sala 1975’an de li Mahabadê hate tomarkirin. Li hêla din bi zaravayê Soranî jî gelek stran amade kir û hunermendê ewil ê ji Rojava ku bi zaravayê Soranî stran gotî jî Mihemed Şêxo ye. Di sala 1976’an de kaseda wî ya duyemîn derket. Piştre jî di salên 1980, 1981 û 1982'yan kased derxist. Di tevahiya emrê xwe de bi giştî 14 kase derxist. Bi vê yekê re dengê hunermend Mihemed Şêxo, tevî hewldanên astengkirinê jî sînorên her çar parçeyên Kurdistanê derbas kir. Mihemed Şêxo, di 9’ê Adara 1989’an de ji ber nexweşiya dil li mala xwe ya li Taxa Xerbî ya Qamişloyê koça dawî kir. MA







