
- Şaxê Egîtîm Senê ya Rihayê serlêdanên 3’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz da destpêkirin.
Serlêdanên ji bo 3’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz ku ji aliyê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Rihayê ve tê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirk bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî tê lidarxistin. Di pêşbirkê de ji aliyê naverokê (temayê) ve tu sînor nîn in û divê çîrok herî zêde 10 rûpel bin. Her kes dikare tenê bi berhemekê heta 1’ê Gulanê serlêdanê bike. Berhemên di pêşbirkê hêjayî xelatê bên dîtin, dê di pirtûkekê de werin berhevkirin. Berhemên ku bên şandin divê berê nehatibın weşandin û encama pêşbirkê dê di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de bê aşkerakirin.
Berhemên bi Kurmancî dê ji aliyê juriya ku ji Dîcle Denîz, A. Haşîm Yetîm, Mehmet Yildiz û Abdurrezak Dag pêk tê ve werin nirxandin. Berhemên bi Kirmanckî jî dê ji aliyê Sefer Bakçî, Şahîn Kukçu û Kafur Seçîlmek ve werin nirxandin. Kesên ku beşdar bibin, divê agahiyên xwe yên peywendiyê tevî çîrokên xwe ji navnîşana urfaegitimsen@hotmail.com re bişînin. Di pêşbirkê de dê xelat ji bo kesên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bê dayîn.
Huseyîn Denîz kî ye?
Nûçegihan û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê, Huseyîn Denîz, di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hate qetilkirin. Denîz ku biraziyê rewşenbîrê Kurd Apê Mûsa (Musa Anter) bû, bi salan li Sêwereg û Nisêbînê mamostetî kir. Di dema darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê de 3 salan di Girtîgeha Amedê de hate ragirtin. Xebatên wî yên ziman û folklora Kurdî ku di wan salan de dest pê kiribûn, paşê jî berdewam kir. Di sala 1991’ê de pirtûka wî ya bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” hat weşandin. Denîz endamê Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) bû, beriya Ozgur Gundemê di gelek kovar û rojnameyên wekî Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Dogru û Welat de nivîsên wî hatin weşandin. Dema Ozgur Gundem di 31’ê Gulana 1992’yan de dest bi weşanê kir, bû nûçegihanê Serêkaniyê û di rûpela forûmê ya rojnameyê de nivîsand. Di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li kolanekê rastî êrişeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Ji ber ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê midaxeleya pêwîst nehate kirin, rojek şûnda birin Amedê. Lêbelê Denîz beriya ku bigihîje Amedê, di 10’ê Tebaxê de li ser rê jiyana xwe ji dest da. 33 sal in , Denîz her sal ji aliyê hezkiriyên xwe ve li ser gora xwe tê bibîranîn.
MA/RIHA
* * *
Sembola bîra kolektîf; Govend
Çalakiyên Rojên Çanda Jinên Kurd rastî eleqeyek mezin tê û tê de behsa rola jinan di hilberîna çandê û pêkhateya dewlemend a folklora Kurdî hat kirin.
Çalakî ji hêla Meclîsa Jinê ya Dest Dan e.V., Hunera Mizgîn, Jinên Koma Feraşîn û Delîl Çiyager, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR û Ofîsa Aştiyê ya jinên Kurd – Cênî e.V. ve hat organîzekirin. Bernameya ku bi pêşengiya jinan hat lidar xistin, folklora Kurd bi nêrîna jinê hat nirxandin.
Di nirxandinên ku di dema çalakiyê de hatin kirin, hate diyarkirin ku her gaveke govendê ku li erdê dikeve vegera li kokan û her tiliya ku hev digire îradeya avakirina siberojek hevpar temsîl dike. Hat destnîşankirin ku, govend di warê parastina nasnameyê û xurtkirina piştevaniya civakî de hewldaneke girîng a çandî ye
Di çarçoveya bernameyê de govendên ji herêmên cuda hatin pêşkêşkirin. Govendên aîdê herêmên Koçgirî, Agirî, Riha, Hesekê, Welat Şêx û Rojhilatê Kurdistanê bi rîtm, fîgur û cil û bergên xweser hatin pêşkêşkirin. ANF/BERLÎN







