
- Carinan hin pirs hene ku mirov dibêje qey gelekî hêsan in lê di rastiya xwe de ev pirs, mirov dixapînin. Û ev pirs pirsên wisa ne ku heke neyên pirsîn mirov bersiva wan dizane lê heke bên pirsên mirov nikare bibersivîne. Mirov dema li ser bersiva van pirsan hûr û kûr bihizire ti bersîvek rast û tije dernakeve.
WEYSÎ VARLI
Yek ji van pirsa gelo rola civak û muzîkê li ser hev çi ye? Ji bo bersivê dema em li dîroka mûzîkê ya li ser erdnîgariya cîhanê dimêzînin, tê dîtin ku Mûzîk li her devera cîhanê û di her civakê de hatiye kirin û di hemû serdemên cîhanê de jî pala xwe daye newayan. Çêkirina mûzîkê û feraseta wê ne tiştekî xwezayî, xebateke çandî ye. Ferasata mûzîkê, têgihîştina dengên heyî, û famkirina ji akûstîkê jî xebateke çandî ye. Bi saya lêkolînên ku hatine kirin em dizanin guhê mirov dikare ji bo sîstemên cuda yên deng bibe bingeh. Û guh dikare sîstemên cuda bifesilîne. Lenênvi Strauss dibêje: “ Taybetmendiyên mirovan dibin sedema jiyanên cuda” ev jî tê vê wateyê ku her çand û civak ji ya din cuda dengan şîrove dike û bi awayekî din mûzîka xwe çêdike. Civak an jî kesên ku li ser navê civakê mûzîkjeniyê dikin van kodan digihînin hev û çandê diafirînin. Blackîng di derheqê vê mijarê de wiha gotiye “ Mûzîk ne bandora xwezayê ya li ser mirovan e, mûzîk hilbijêriyeke ji nav xwezayê ye. Mirov dikare li ser aheng (biaqort) û lihevanîna mûzîkê niqaşan bike. Lê tê zanîn ku mûzîk ne tiştekî jixweber û xwezayî, mûzîk tiştekî çêkiriye. Jixwe lihevanîn û ahengbûyîn jî berê mirov dide rêgezên hebûnê. (Blacking 1995:33).
Her weke ku mirov ji van gotinan jî fam dike lihevanîna dengan a li ser û bin, li ber û paş; li gorî çandê çêdibe. Kurumhansal di derheqê tonên (Perdeyê deng) lihevhatî û mûzîka lihevhatî de hin agahiyên girîng dane. “Tonên lihevhatî, ahenga newayan e. Herçend li ser tonên lihevhatî lihevkirinek tune be jî, li ser navbeynên dengan yekitiyek heye. Li aliyê din mûzîka lihevhatî berê mûzîkjenan dide navbeynên dengan û di wir de awayeke mûzîkê derdixe holê (Krumhansl 1990:51).
Mirov bêyî rêgezên xwezayê, bêyî taybetiyên akûstîkî lihevhatînê nikare bîne zimên. Heke mirov rabe bide pey pênasekê jî dê ew pênas ji sedî sed têr neke. Lewra feraseta guhdaran a ku bi tecrûbeyên salan çêbûye, nahêle ku pênas têr bike. Li gorî Meyer ; lihevhatîbûn û rêzbûyîna dengan ne bûyereke akûstîkî ye. Deng di çarçoveya hizira guhdaran de ciyekî ji xwe re çêdike û ev çarçove jî li gorî zagonên feraseta mirovan e. Deng li gorî wê feraseta kesane û zagonên hizirî bandorê li mirovî/ê dike. Lihevhatîbûn û rêzbûyîna dengan ne jixweber e ne jî li gorî kêfê ye. Têkiliya zanistên xwezayî bi lihevhatîbûn û rêzbûyîna dengan re heye, lê ne pir zêde ye. Lihevhatîbûn û rêzbûyîna dengan ketiye bin bandora dîrok û zimanê mûzîkê.
Her tim pêşveçûn û rûdanên civakî bandora xwe li mûzîkê kirine. Pêşveçûnên civakî ên mîna parvekirina aboriyê, parvekirina fikaran û çalakbûna mirovan a karî rê li ber hunerê vekiriye, hunerê jî para xwe ji van pêşveçûn û rûdanan girtiye. Û helbest, dans û mûzîk di serdemên kevnar de ji hev qetiyane û heryek bi serê xwe bûye hunerek. Her ku çûye ramanên mirovan şênber bûne, mûzîkê jî konê helbestê çirandiye û di heman demê de bûye mûzîka gotin û amûrî.
Ev guherîn û pêşveçûnên dîrokî yên di nava mûzîkê de bala mirovan dibe ser têkiliya mûzîk û civakê. Guherînên di mûzîkê de bêyî guherînên civakî nayên famkirin. Mûzîka civakê ya serdemekê bi jiyana civakê ya heman serdemê re heye. Mirov bi kin û kurt dikare bibêje “ ji mûzîkê xweştir ti tişt nikare di derheqê îdeolojî, nirx, bawerîyên wê civakê de agahiyê bide.”







