Ji bo Mihemed Şêxo mûm vêxistin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Adar 2026 - 15:00

  • Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) ji bo bibîranê li ber Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê stranên wî gotin û mûm vêxistin.

Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li gundê Xaçokê yê Qamişloyê ji dayik bûye. Wekî tevahiya zarokên Kurdan ew jî di nava şert û mercên zehmet, hejarî û di bin zilma rejîma Sûriyeyê de jiyaye. Ev zehmetî, êş, zilm û berxwedana li dijî zilmê bi stranan vegotiye û bûye hunermendê neteweyî yê gelê Kurd. Di temenê biçûk de tê gihaştiye ku xelasiya ji hejarî, bindestî û zilmê berxwedan û yekbûna gel e. 

Ji ber wê jî di her straneke xwe de ev yek vegotiye û di nava gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê de bandoreke mezin çêkiriye. Stranên wî yên wekî “Yarek min heye”, “Nalînek tê guhê min”, “Ay lê gulê”, “Yadê”, “Azad e şîrîn”, “Ey felek”, “Pêş kevin” û hwd peyamên xwe gihandine gel.

Mihemed Şêxo di strana xwe ya “Nalînek” de şerê dagirker û mêtingerên li ser Kurdistanê, bi zimanê Kurdistanê wiha bang dike “Nalînek tê guhê min lê winda û nehan e, agir berda dilê min tev bû pêt û dixan e, barek da ser milê min, lê barekî giran e, Kurdistana delal im her kes tê min dixwaze, ev bûye bîst û du sal li ser min cengebazî, Kurdo were min bixwaze belê bi serfîrazî.”

Heta em bibînin ala rengîn li serê zozanan

Hestên hunermendê mezin jî bi bişkivîn û herikîna têkoşîna gelê Kurd re diherike û geş bûne, di strana xwe ya bi navê “Yadê” de wiha têkoşîna ciwanên Kurd dike; “Yadê, rebenê, min got Roka me hilatî ji aliyê çiya, şewqê avêtî nav bax û mergan û kaniyan, xortên Kurdan rabin roja we hatiye em herin serê van çiyan, em ê binêrin li van çiçekan sor bûne bi xwîna van kuştiyan, em ê birîndarên xwe dermankin şehîdên xwe veşêrin, em ê sond bixwin bi Qazî Mihemed û Şêx Seîd, heta em bibînin ala rengîn li serê zozanên Kurdistanê.”

Herî dawî Mihemed Şêxo bi strana “Pêş kevin” bi van gotinan mizgîniyê dide Kurdistanê; “Kurdistan êdî menale lawê te hatin, xwendevan û canfedayê axa welat in, ax miletê kurdî.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.