
- Îro em nikarin maneya mutleq ya sembolên Serdema Qeşayê bizanibin lê şêweyên wan ên li ser hestiyan nîşan didin ku mirovên wê demê ji van xêz û sembolan fam dikirin û bi awayekî hevpar bikar dianîn. Ev nîşan dibe ku berî alfabeyan wekî sînyalên dîtbarî yên hevpar kar dikirin.
Berî bajar, çandinî û awayên tomarê yên fermî, mirovên Serdema Qeşayê (Ice Age) li ser diranên fîlan, hestî û keviran xêzên piçûk, xal û nîşanên cuda diqewirandin. Di nihêrîna yekem de ev nîşan wekî xemilandinên hêsan xuya dikirin. Lê lêkolînên nû nîşan didin ku ev dibe ku yek ji gavên pêşîn ên ber bi zimanê nivîskî ve bin ango destpêka tomarkirina agahiyan bi awayekî sîstematîk.
Bi salan dîrokzan destpêka nivîsê dibirin bi qasî 5300 sal berê ku cara yekem li Mezopotamyaya kevnar nimûneyên nivîskî hatibûn kifşkirin. Li wir sembolên proto-mîxî (proto-cuneiform) ji bo şopandina mal û bazirganiyê dihatin bikaranîn. Lê lêkolîneke nû ya di kovara Proceedings of the National Academy of Sciences (PNAS) de hatiye weşandin, dibêje ku kokên nivîsê ji dîroka mirovahiyê pir kûrtir in: ji 30.000 salî zêdetir, heta 40.000 sal berê.
Şêweyeke bi rêkûpêk û domdar
Ev lêkolîn li ser sembolên Serdema Qeşayê yên 40.000 salî yên li ser hestî, diranên fîlan û keviran hatiye qewirandin disekine. Lêkoleran li şûna ku wan tenê wekî xemilandinê bibînin, pirseke girîng kirin: Ma ev nîşan şêweyekî bi rêkûpêk û domdar dişopînin?
Li şikeftên başûrê rojavayê Elmanyayê (Swabian Jura) arkeologan gelek karên wisa derxistin holê: figûrên heywanan, tablo û amûrên ji 45.000 heta 34.000 sal berê. Di gelek ji wan de xalên dubare, xêzên kurt, xaç, xêz û nîşanên din hene. Tîma lêkolînê ji 260 karan zêdetirî 3.000 nîşanên cuda di databeyseke dîjîtal de tomar kir û analîz kir ku ev nîşan çiqas car dubare dibin û çawa kom dibin.
Encamên wan bi vî awayî eşkere bûn: hin nîşan ji yên din pir car têne dubarekirin û hinên din di rêzên birêkûpêk de xuya dibin. Ev ne tesadufî ye; ew niyet û plansaziyekê nîşan dide, ne tenê xemilandinê.
Berî alfabeyan wekî sinyalên dîtbarî
Ji bo têgihiştina wateya vê rêkûpêkiyê, lêkolîneran van nîşanan bi kevalên proto-mîxî yên Mezopotamyayê re (ku em dibêjin nivîsa herî kevn e) berhevkirin. Wan tevliheviya îstatîstîkî ya her du sîsteman pîva; yanî çiqas agahiyên pêşbînîkirî û birêkûpêk tê de heye. Encamên wan balkêş bûn: sembolên Serdema Qeşayê asteke rêxistinkirinê nîşan didin ku pir nêzîkî wan sîstemên nivîsê yên pêşîn e.
Tiştê herî balkêş ev e: figûrîn (bi taybetî yên heywanan an mirov-heywan) bi gelemperî rêzên sembolên tevlihevtir ji amûrên asayî nîşan didin. Ev cudahî dide nîşandan ku îhtimal heye ev sembol bi maneyên civakî û rîtûelî hatibin nîşandan. Dibe ku nasnameyê, xwedîtiyê, bîranînekê an jî baweriyekê nîşan didin. Îro em nikarin maneya mutleq ya wan bizanibin lê şêweyên wan nîşan didin ku mirovên wê demê ji van xêz û sembolan fam dikirin û bi awayekî hevpar bikar dianîn. Ev nîşan dibe ku berî alfabeyan wekî sînyalên dîtbarî yên hevpar kar dikirin.
Di bêdengiya kevir û hestî de lêgerîna maneyê
Belê, ev sîstem ne nivîseke temam e ango ne axaftinê rasterast tomar dike. Lê dubarebûn, rêgez û kombînasyonên wan nîşan didin ku bingehek ji bo ragihandina nivîskî heye. Ev strukturên hevpar stûna nivîsê ya paşerojê pêk tînin.
Xêzên biçûk ên li ser diranên fîlan ji çavên me yên nûjen re dibe ku pir piçûk û sade xuya bikin. Lê ew maneyeke pir kûr hilgirtine: berî ku bajar bilind bibin, berî ku tomar bên girtin, mirovên pêşîn sembolên xwe li ser sîsteman veguherandine. Xwesteka hiştina wateyê, tomar kirina bîr û agahiyan, ji demên herî kevnare ve heye. Û ev xwestek dibe ku di kûrahiya şikeftên Serdema Qeşayê de, bi dengê bêdeng ê kevir ku li ser hestî geriyaye, dest pê kiribe.
NAVENDA NÛÇEYAN







