
- Peykerê bi navê "Qral û Keybanû" ku hunermendê navdar Henry Moore ew çêkiriye li Brîtanyayê bi 26.3 mîlyon sterlînî hat firotin.
Hunermend Henry Moore ev peyker di sala 1952'yan de çêkiriye. Di sala 1953'yan de Moore wê firotiye û ji wê rojê de di nav koleksiyona îngilîz de bû. Roja pêncşemê (5'ê mehê) li Mezatxaneya Christie'es peyker derxistin mezatê.
Li gor nûçeya BBC li bendê bûn di navbera 10-15 mîlyon sterlînî de bê firotin lê eleqe çêbû û peyker bi 26 mîlyon û 345 hezar sterlînî hat firotin. Yek ji dîrektorên pispor ê mezatxaneyê Philip Harley gotiye, "Peykerê ji bronzê bê nîqaş yek ji berhemên sereke ye."
Hunermend Hanry Moore di sala 1898'an de li Castlefordê hatiye dinê û di sala 1986'an de miriye. Wî li Dibistana Hunerê ya Lieedsê xwendibû. Ligel karê peykerê, xêzkarî, grafik û karê tekstîlê kiribû. Wî gelek peykerên ji bronzê li dû xwe hiştin. Ev peykarê ku hatiye firotin yek ji wan e. Ji vî peykerî çar versiyon hatine çêkirin. Ev yek ji wan e û sereke ye. Versiyonên vê yên din li koleksiyonên li Japonya, DYA û Hollandayê ne. LONDON
* * *
Hemû bajar qada hunerê ye
Bajarokê piçûk Ferndale yê Michiganê, ku bo coşa xwe tê zanîn, bûyera “Art March” ku sala borî dest pê kiribû, îsal hîn mezintir dike û bi coşeke nû vedigere. Di tevahiya meha Adarê de hemû taxên vî bajarokê vediguherin muzeyekê û mekanên bajar weke galeriyê kar dikin. Li kolanan çalakiyên moralê yên bi coş, pêşangehên piçûk ên hunermendên herêmî, atolyeyên belaş û êvaran meşên hunerî yên bi muzîka zindî tên lidarxistin.
Art March îsal salonên kuaforan, qehwexane û fabrîqeyên bîrayê yên bajêr jî kiriye galeriyên
xwe û li van mekanan pêşangehên piçûk vekirine. Weke nimûne gava hûn li berber porên xwe jê dikin dibe ku portreyên Van Gogh an jî yên şêwekarên din li hember we bin. Gava hûn li kafeyekê çay vedixwin dibe ku li ser maseya we karekî piçûk yê hunermendên bajêr hebe. Beşdarbûn belaş e û firotina berhemên piçûk jî ji bo piştgiriya hunermendên herêmî heye.
Hunermendekî herêmî wiha gotiye: “Mirov ne tenê ji bo qehweyê tên vir, êdî meraq dikin bê ka îsal kîjan tabloyê navdar li mekanên ku ew lê ne hatiye daleqandin.”
MICHIGANE







