- Li Kolombiyayê di hilbijartinên serokkomariyê de namzetê çepgir Gustavo Petro di tûra destpêkê de li pêş e.
Li Kolombiyayê di hilbijartinên serokkomariyê de namzetê çepgir Gustavo Petro di tûra destpêkê de li pêş e.
Di dîroka Kolombiyayê de ev cara duyemîn e ku çepgir di hilbijartinên serokkomariyê de encameke bi vî rengî bi dest dixin.
Gerîlayê berê Gustavo Petro yê sosyal demokrat ê 62 salî, di hilbijartinên Yekşemê de ji sedî 40.34 ê dengan wergirt.
Lê belê hîn garantî nîne ku di tûra duyemîn de wê bi ser bikeve yan na. Milyarderê populîst Rodolfo Hernandez ku xwe weke dijberê nelirêtiyê nîşan dide, surprîzek kir û ji sedî 28.1 ê dengan wergirt û ji tûra duyemîn re ma.
Namzetê milyarder di tûra duyemîn de wê karibe sûdê ji dengên rastgirên kevneşop wergire. Bi taybetî di tûra duyemîn de dengê Federico Gutierrez ku ji sedî 23.7 in, dibe ku ji Hernandez re biçin.
Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 19'ê Hezîranê de bê kirin.
Petro ku li nava malbateke xizan ji dayik bû, 17 salî tevlî nava tevgera gerîla ya bi navê Tevgera 19'ê Nîsanê bû. Ev tevger sala 1970’yî ava bû û sala 1990'î xwe fesix kir, veguherî partiyeke siyasî.
Hevrikê wî Rodolfo Hernandez jî weke 'Donald Trump ê Kolombiyayê tê pênasekirin.
CARACAS