FARC-EMC'ê muzakere sekinandin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 6 Mijdar 2023 - 16:13

Fraksiyona bingehîn a muxalif a ji Hêzên Çekdar ên Şoreşgerî yên Kolombiyayê (FARC) qut bûyî, diyar kir ku hikûmet li gorî lihevkirina beriya niha tevnagere, lewma ew ji maseya muzakereyan rabûne.

Fermandariya Giştî ya Navendî ya FARC'ê (EMC-FARC) ku peymana dîrokî ya aştiyê ya 2016'an red dike, bi daxuyaniyekê got, "Em îlan dikin ku ji îro û pê ve muzakere û rojeva ku me bi hikûmetê re li ser li hev kiribû, radiwestînin."

Di daxuyaniyê de qala xisûsên bûne sedema binpêkirina peymanê nehate kirin û tenê hate gotin, "Dewlet bi aheng tevnagere." Her wiha hate ragihandin ku hikûmet bi operasyonên li herêmên gerîlayên EMC´ê lê ne, 'vîzyoneke mîlîtarîst hîna jî dewam dike'.

Muzakereyên ji bo bêçekkirina 3 hezar û 500 gerîlayan û bidawîkirina serhildana çekdarî, di Cotmehê de li bakurê rojhilatê welêt li herêma Tîbû dest pê kiribû ku ev herêm weke cihê çandina pelên koka jî tê naskirin.

Piştî ku van hevdîtinan bi rengekî fermî dest pê kir, Wezareta Parastinê biryarnameyek weşand û bi vî rengî agirbesteke dualî ji bo sê mehan dest pê kir. Li gorî daxuyaniya roja Yekşemê, tê payîn ku agirbest dewam bike.

Ti ji çavkaniyên hikumetê û yên leşkerî têkildarî daxuyaniya EMC'ê daxuyanî nedane.

Hikumet bi hevdîtinên aştiyê yên bi muxalifên FARC'ê, Artêşa Rizgariya Neteweyî ya gerîla (ELN), hêzên paramîlîter û rêxistinên cuda yên sûc, dixwaze dawî li şerê çekdarî yê 60 salan bîne.

BOGOTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.