Em hesretê axa xwe ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 11 Çile 2024 - 02:35

ROZERÎN GULTEKÎN / JINNEWS / DÊRSIM

Di Dêrsîmê di navbera sala 1937-38’an de qirkirin pêk hat û di ser de 86 sal der bas bû. Li gorî daneyên fermî 13 hezar û 160, li gorî daneyên ne fermî jî 70 hezar mirov hatin qetilkirin û bi polîtîkayên surgun û asîmîlasyonê re rû bi rû bûn. Li Dêrsîmê di salên 90’î de jî  ji nû ve polîtîkaya koçberkirinê kirin dewrê. Di navbera 1994-95’an de gundê Kakber a Pulur a Dêrsîmê hat valakirin. Gundê Kakber du caran hat valakirin û beşek gundiyan çûn gundê Kizik a Pulurê. Di sala 2012’an de tevî qedexe rabûn jî ev 12 sale av, ceyran û rêya gund tine ye. 

Guler Aslan tiştên derbarê komkujiyê de ku malbata wê şahidî kiriye vegot û destnîşan kir ku malbata wê surgunê Balikesîrê hatiye kirin:“Piştî qedexe rabûn 9 sal şûnd em hatin Kakberê. Me di şertên zehmet de xanî çêkirin. Lê cara duyemîn em surgun kirin. Di 38’an de bi hinceta ‘leşkeriyê nakin serî hildidin’ hatin qetilkirin û cara duyemîn jî gotin ‘anarşîst hene’ û surgun kirin. Li Kakberê qedexe rabû me xanî çêkir lê niha ji ber zivistane em nikarin biçin. Ji ber rê, av û ceyran tuneye. Em hesretê axa xwe ne. Ez dixwazim vegerim Kakberê. Me dest ji axa xwe zimanê xwe berneda.”

Ane Guneş jî wiha got:“Em gund bi gund geriyan û vegeriyan Kakberê. Li wir me surguna duyem jiya. Gotin ‘ji vir derkevin em dişewitînin. Şoreşger tên vir, hûn alîkariyê didin wan.’Me alavên xwe girtin em derketin. Leşkeran gund şewitand bombebaran kirin. Piştî Kakber şewitandin em hatin vir.” 

Ane anî ziman ku tevî hemû surgun, qetilkirin û qirkirinan dest ji gundê xwe bernedane û ew dixwazin vegerin gundê xwe û  got: “Li Kakber ne av ne ceyran ne rê heye. Dibêjin wê bînin lê naynin. Mirov ji ber vê nikarin biçin. Dewlet dixwaze Elewiyan tune bike.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.