Li Kolombiyayê agirbesta ji bo 180 rojî

Nûçeyên Cîhan

Şemî 5 Tebax 2023 - 04:04

  • Agirbesta navbera Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) û hikumet a çepgir kete meriyetê. Agirbest wê sê mehan dewam bike.

Li Kolombiyayê, tevgera gerîla ya herî mezin a dawî ELN ji bo 180 rojî agirbest ragihand. Agirbest 3'ê Tebaxê kete meriyetê.

Agirbesta navbera Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) û hikumet a çepgir kete meriyetê. Agirbest wê sê mehan dewam bike.

ELN’ê çend roj beriya ku sala yekemîn a serokkomariya Gûtava Petro temam bibe, agirbest ragihand. Petro 7’ê Tebaxa 2022’an bû serokkomar.

 

Ew bi xwe jî gerîla bû

Petro ku ew bi xwe jî gerîlayekî kevin e, hêvî dike ku li welêt aştiyê pêk bîne. Li gel agirbestê tê hêvîkirin ku bi tevgera gerîla re ku zêdeyî 60 sal in dewam dike, li ser rêya peymana aştiyê gava yekemîn bê avêtin.

Dawiya sala 2022’an i FARC’ê re ku tevgera gerîla ya herî mezin a welêt e, peymana aştiyê ya dîrokî hatibû kirin. Niha ELN weke tevgera gerîla ya mezin a dawî ye ku çek bernade. 

Tûra yekem a hevdîtinê, sala 2017’an di navbera serokkomarê demê Jûan Manûel Santos û ELN’ê de destpê kiribû. Lê ev pêvajoya diyalogê sala 2019’an ku muxafezakar Ivan Dûqûe bû serokkomar, hat birîn. Dûqûe li dijî peymana bi FARC’ê re hatî kirin, bû.

Dema Gûstavo Petro hat hilbijartin, tişta destpêkê pêk anî, bi ELN’ê re rêya diyalogê ji nû ve vekir.

 

Derdora 2500 gerîlayên wan hene

Di rewşa heyî de, tê texmînkirin ELN’ê derdora 2500 gerîlayên jin û mêr hene.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres bi daxuyaniyek nivîskî peymana di navbera hikûmet û ELN’ê de silav kir. 

Gûterres diyar kir ku NY amade ye ku piştgiriyê bide hewldanên aştiyê yên li Kolombiyayê û got ku Konseya Ewlehiyê wê agirbestê bişopîne.

Mîsyona NY’ê sala 2016’an piştî ku şerê di navbera rayedarên Kolombiyayê û lîderên FARC’ê de bi dawî bû û peymanek aştiyê hat îmzekirin, hatibû avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.