Şengal ne bi tenê ye!

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 3 Gulan 2022 - 22:15

  • Ji ber êrişa hêzên hikûmeta Kazimî li dijî Şengalê û Êzîdiyan, doh li gelek bajarên Ewrûpayê Kurd, Êzîdî û dostên wan daketin meydanan. 

Ji ber êrişa hêzên hikûmeta Kazimî li dijî Şengalê û Êzîdiyan, doh li gelek bajarên Ewrûpayê Kurd, Êzîdî û dostên wan daketin meydanan. Li bajarên Elmanyayê Berlîn, Stuttgart, Saarbrucken, Bielefeld, Koln, Wesel, li gelek bajarên Fransayê û li Lîmasola Qibrisê, êrişa hêzên Kazimî li dijî

Şengalê û helwêsta PDK´ê ya sorkirina aloziyê hatin rûreşkirin. 

BERLÎN: Êrişa Hikûmeta Iraqê ya bi hevkariya PDK û dewleta Tirk, li dijî Şengalê pêk hat, li ber Balyozxaneya Iraqê ya Berlînê hat rûreşkirin.

Kurd, Êzîdî û dostên wan li ser banga “Şengal ne bi tenê ye” ya Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Meclîsa Jinên Êzîdî, li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Berlînê hatin cem hev. Di daxuyaniyên saziyan de bang li civaka navneteweyî hate kirin da ku hestiyar be. Wan got, civaka Êzîdî bi fermanê re rû bi rû ye û ji YE, NY û PE´yê xwestin ku li hemberî vê fermanê bêdeng nemînin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana YBŞ”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana dayikên Şengalê”, “Hoch die Internationale Solidaritat” hatin gotin.

STUTTGART: Kurd û dostên wî li navenda bajêr mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de êrişên hêzên Kazimî yên ji bo dagirkirina Şengalê hate şermezarkirin. Di mîtîngê de xiyaneta malbata Barzanî jî bi tundî hate şermezarkirin.

SAARBRUCKEN: Kurdistanî li Europa Galerie ya navenda Saarbruckenê hatin cem hev û êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin. Di çalakiyê de êrişa li dijî Şengalê ji bo temamkirina pîlanên qirkirinê yên DAIŞ’ê hate nirxandin. Çalakî bi gotina durişmên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

BIELEFELD: Saziyên Êzîdî û Meclîsa Gela Kurd, bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê û xwedîderketina li hêz û xelkê Şengalê çalakiyek lezgîn li dar xistin. Xelk li ber Gara Navendî ya Trênan a bajêr civiya. Li ser navê Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî bang li Êzîdiyan hat kirin: “Divê her jina Êzîdî li hemberî van êrişan dengê xwe bike.” Piştre Nav-Yekê jî êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin û got, “Divê her kesê xwedî wijdan, Şengalê biparêze.”

KOLN: Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NDCK), Meclisa Jinê ya Viyan û AGÎF’ê, Kurd û dostên wan deketin meydanan û êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê bi çalakiyan şermezar kirin. Çalakç li ber Katedrala Kolnê (Kolner Dom) civiyan û êrişên hikûmeta Kazimî yên li dijî Şengalê şermezar kirin. Di çalakiyê de bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewrûpayê hate kirin ku xwedî li berxwedana Şengalê derkevin.

WESEL: Li vir jî êrişa artêşa Iraqê ya li dijî Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) hatin cem hev, got, êrişa artêşa Iraqê ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê Malbata Barzanî li ser bingehê qirkirina gelê Kurd e. Wan got, ew ê rê nedin fermana 75’an a li dijî civaka Êzidî.

LÎMASOL: Li ser banga KCDK-E´yê Kurdistaniyên li Lîmasolê li ber Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hatin cem hev. Ew ji wir heta Parka Molozê meşiyan, êrişên dagirkeriyê yên Iraq û dewleta Tirk şermezar kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana YBŞ", "Bijî berxwedana gerîla",

"Bimre xiyanet", "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo" hatin gotin.

DRANCY: Li vê banliyoya Parîsê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanan nerazîbûn nîşan da ji hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re. Wan pankarta li ser hatibû nivîsandin, “Kurdistanê ji dagirkerî û xiyanetê biparêze” hilgirt.

VILLIERS-LE-BEL: Li vê banliyoya Parîsê, ciwan bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Şengalê" meşiyan. Di meşê de ciwanan bênavber dirûşmeyên "Bimre xiyanet" û "Bijî berxwedana Şengalê" gotin.

MARIGNANE: Li vê semta ser bi Marsîlyayê, TCŞ’ê êrişên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê protesto kir. Di çalakiyê de êrîşên nû yên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a 17’ê Nîsanê û hevkariya PDK’ê jî hatin şermezarkirin. Li ser navê TCŞ'ê hat gotin, "Divê her ciwan vê pêvajoyê weke pêvajoya seferberiyê bibîne û li gorî wê tevbigere."

TOULOUSE: Li vî bajarê başûrê Fransayê, êrişên hikûmeta Bexdayê yên li ser Şengalê û êrişên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyekê hatin protestokirin.

Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Kujer Erdogan û alîgirê wî PDK" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

MARSÎLYA: Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî Şengalê li ber Sefaretxaneya DYE ya li Marsîlyayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Dagirker, hevkar û xayîn ji Kurdistanê bicehimin” û “Şengal ne bi tenê ye” hatin gotin. Li ser navê NCDK´ê, Fethî Tatos bang li raya giştî ya navneteweyî kir da ku bêdeng nemîne û xwest ku her devera Ewrûpayê bibe meydanan berxwedanê.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.