Sendîkayên Baskê doza azadiya Ocalan kir

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 14 Sibat 2023 - 16:01

Li herêmên Welatê Baskê yên li Spanyayê, 6 sendîkayan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest bi kampanyayê kirin.

Di daxuyaniya hatiye weşandin de, hate ragihandin ku di kampanyayê de Konfederasyona Karkeran (CCOO), Konfederasyona Sendîkayan (ELA), Konfederasyona Yekîtiya Karkeran a Giştî (UGT), Konfederasyona Karkeran (LAB), Ji Bexçeyê Zarokan Heta Zanîngehê Konfederasyona Sendîkayên Perwerdekaran (STEILAS), Sendîkaya Baskê (ESK) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Baskê ne, cih digrin.

Kurdistan li herêmeke ku ji ber berjewendiyên welatên weke Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê bi salên dirêj zirar dîtine, cih digre. Hêzên Navneteweyî li ser nifûsa kesên li wir dijîn bandorê dikin an jî daxwaz û berjewendiyên xelkê herêmê jinedîtî ve tên.

Ev herêma ku ji hin çavkaniyên xwezayî ku îro welatên Rojava jî gelekî daxwazê dike re, malovaniyê dike, ji aliyê jeo-stratejîk xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber vê sedemê rastî û rewşa gelê Kurd ku li cîhanê netewa herî mezin a bê dewlet e, hertim hatiye piştguh kirin.

Pirsgirêka Kurd Iraq, Îran, Sûriye û bi taybetî jî Tirkiyeyê bandor dike û yek ji pirsgirêka sereke ya li Rojhilata Navîn nehatiye çareserkirin e. Şerê di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurd de, heta îro dewam dike. Di vî şerî de heta niha ji 40 hezarî zêdetir mirovan jiyana xwe jidest dane, nêzî 4.500 gund an hatine valakirin an jî şewitandin, bi milyonan mirov bûne penaber an jî neçar hatine hiştin ku li herêmên cuda bijîn. Ew êrişên li dijî gelê Kurd, azadî û demokrasiya li ser kavilên ku dagirkeriyê û kapîtalîzmê hatiye avakirin, îro jî didome.

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, 24 sal in di bin şertên giran de, bi temamî tê tecrîdkirin û danûstandina xwe ya bi cîhana derve re tê qutkirin û di zindanê de tê ragirtin. Di salên 2006-2007’an de 3,5 milyon Kurd, daxwazanemeyek îmzekirin ku ew wî weke nûnerê xwe yê siyasî dibînin. Ocalan ku weke lîderekî xwedî baweriya gelê Kurd e û weke mezinê sereke yê çareseriya aştîxwaz tê qebûlkirin, parçeyeke jêneger a çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Em ji tecrubeyên xwe yên şerê rabirdûyê dizanin ku ji bo pêvajoyeke aştiyê pêş bikeve, li gel xisûsên din, pêdivî bi pêşengiya şexsiyetên bi hêz ên bikarin alîkariyê bidin lêgerîna çareseriyê aştîxwaz, heye.

Nelson Mandela, Gerry Adams û yên din, xwedî rêzdarî û baweriya civakên xwe bûn û hîn jî wisa ye. Ji ber vê sedemê karîbûn wan ji bo aktîfbûna di karê lêgerîna çareseriyeke hatiye muzakerekirin de îkna bikin û hîn jî dikarin bikin. Bêguman Abdullah Ocalan jî di vê kategoriyê de ye.

Hikûmeta Tirk a heyî ya ji aliyê Erdogan tê birêvebirin, li gel Ocalan biqasî du sal û nîvan muzakere meşandin û di nava vê pêvajoyê de, lîderê Kurd ji tedbîrên ewlekariyê heta pêvajoya pêçek bûnê ya di bin çavdêriya navneteweyî de, heta ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya mayînde ji bo pirsgirêka Kurd, pîlaneke bi qonax pêşniyar kir. Herçiqasî muzakere di sala 2011’an de têkçûbe jî, pêşniyarên Ocalan ên di ‘’Nexşerêyê’’ de, ji bo çareseriya pirsgirêka ku weke ‘’Pirsgirêka Kurd’’ tê binavkirin, xwedî girîngiyeke mezin e.

Daxwazên sendîkayan

  • Daxwaza azadiya Ocalan, ji bo şikandina mantiqê leşkerî ya şer û bal birina ser muzakereyên aştîxwaz û arastekirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ji bo van hemûyan, sendîkayên Baskê daxwazên li jêr dike;
  • Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û aştiya li Kurdistanê, weke gaveke girîng, piştgiriya daxwazên azadiyê yên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî bikin.
  • Dawî li êş û zexta li ser gelê Kurd bînin.
  • Piştgiriya pêvajoyeke aştiyê ku çareseriyeke hatiye muzakerekirin a şer garantî dike, bikin.

Destûr bidin ku gelê Kurd derbarê paşeroja xwe de biryar bidin û bi rengekî demokratîk weke ew biryarê didin, xwe rêxistin bikin.
Hêjayî gotinê ye, ev sendîka ji 250 hezarî zêdetir endamên xwe hene. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.