Semawer û sobeyên ji sêlê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Tebax 2022 - 22:06

  • Mevlan Tekçe ev 22 sal in li Colemêrgê sobeyan çêdike, ji ber ku sobe têra wî nake ku debara xwe bike, havînan jî semawer û menqelan çêdike.

Mevlan Tekçe ev 22 sal in li Colemêrgê sobeyan çêdike, ji ber ku sobe têra wî nake ku debara xwe bike, havînan jî semawer û menqelan çêdike.

Li Colemêrgê berê bi dehan sobeçêker hebûn, lê êdî tenê çend kes mane. Yek ji wan jî Mevlan Tekçe ye. Ev bûn 22 sal ku ew li Colemêrgê sobeyan çêdike. Tekçe anî ziman ku berê bi 5 kesan ew dixebitî, lê niha rewş guheriye: "Li gel her tiştî jî em hewl didin li ser piyan bimînin. Niha ji bo em karibin debara xwe bikin, em dixebitin."

Ji bo xelkê deverê semawer

Tekçe got, ew sobe, semawer û alavên menqelê çêdike û wiha peyivî: "Em havînê bi taybetî semawer û alavên menqelê çêdikin. Mirovên vê herêmê gelekî hez ji çayê dikin. Lewma em havînê timî semaweran çêdikin. Her wiha alavên menqelê jî timî çêdikin. Alavên em çêdikin li malan û cihên pîknîkê gelekî têne bikaranîn. Niha jî me dest bi amadekariyên zivistanê kiriye. Ji bo zivistanê jî me dest bi çêkirina sobeyên cihêreng kiriye. Her wiha em tamîr jî dikin."

Tekçe diyar kir ku ew vî karî ji dil dike: "Jixwe, heger ji vî karî hez nekim, ez nakim. Madeya esasî ya karê me sêl e. Em sêlê bi keda destan û bi alîkariya makîneyan sererast dikin, dineqişînin. Bêguman ji bo vî karî em xweş bikin, bi salan li ber destê hosteyan em xebitîn. Em hewl didin vî pîşeyê ku li ber destê hostayên xwe hîn bûne, dewam bikin.”

Buhayê semaweran ku ew çêdike, ji 180 lîreyî destpê dikin. Buhayê sobeyên wî yên ji bo zivistana dijwar a Colemêrgê jî halê hazir 600 lîre ye.

ANF/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.