Sema şehîda Kurdistanê ye

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 29 Mijdar 2022 - 00:48

Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê de Sema Eylul (Fatma Marangoz) ji wan qehremanan e ku şerekî dijwar li dijî dagirkeran meşand. Ew di van êrişên dagirkeriyê de 18'ê Tebaxa 2022’yan li Metînayê  tevî Arjîn Cûdî (Zeynep Dal) şehîd bûbû. Şehadeta herduyan tevî ya Lîlav Jînda (Lîloz Ozkan; 19'ê Îlonê şehîd bû) û Avaşîn Zagros (Medrîka Besravî; 24'ê Îlonê şehîd bû) hat eşkerekirin. Ji bo her çar şehîdan li bajarê Elmanyayê Giessenê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin. 

Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêşengiya merasîma bibîranê kirin û bi sedan kes beşdarî bibîranênê bûn.

Li hola bibîranînê, wêneyên şehîdên malbata Marangoz, û her sê gerîlayên şehadeta wan bi ya şehîd Sema Eylûl re hat eşkerekirin, hatin daliqandin. Wekî din wêneyên 17 gerîlayên bi sîlehên kîmyewî hatin şehîdkirin jî hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyoneke bi boneya salvegera 44'an a damezirandina PKK'ê jî hat nîşandan. 

 

Em ê têkoşîna şehîdan mezintir bikin

Di bibîranînê de, li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Ali Konkurt peyivî û got, “Ev têkoşîn ewqasî mezin e ku ne tenê ji Kurdan, ji çar aliyên dinyayê ji miletên cihê şehîdên wê hene. Şehîdên me di her warê jiyana me bi me re ne. Em ê vê ji bîr nekin û xebatên xwe dewam bikin. Em ê têkoşîna şehîdên xwe mezintir bikin.” 

Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) Zubeyde Zumrut jî got, “Ev şerê man û nemanê ye. Şehîdên em îro bi bîr tînin, her çar jî jin in. Bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan re êdî slogana Jin jiyan azad li seranserê dinyayê tê gotin.”

 

Şehîdan em kirin yek

Dayika Sema Eylulê, Ayşe Marangoz û bavê wê Hidir Marangoz jî peyivîn. Dayê Ayşe bi nîşanên serketinê û slogana “Jin jiyan azadî” dest bi axaftina xwe kir û got, “Şehîd Berçem û şehîd Sema em anîn cem hev. Hûn li ser ser û çavên min hatin. Serok Apo ev rê li ber me vekir. Di 45 salên têkoşînê de Kurdan, Elewiyan, Êzîdiyan, Suryaniyan û Ermeniyan bi hev re berdêlên mezin dan. Rêya şehîd Sema û şehîd Berçem rêya me tevan e. Heta xwîn di laşê min de bigere, ez ê li ser vê rêyê bimeşim. Sema şehîda Kurdistanê ye, şervana Seork Apo ye. serê Serok Apo, gerîla û yê me tevan sax be.” 

 

Em dilsozê soza xwe ne

Bavê şehîdê, Hidir Marangoz jî got, “Me sala 1977'an soz da Apociyan, em dilsozê wê sozê ne. Em ji têkoşîna li ser vê rêyê veneqetiyan. Heta xwîn di laşê me de bigere, em ê têbikoşin. Kesî êş û azara Kurdan kişandî, nekişand.  Dijmin ji zaroka dipêçekê de heta bi birîndarê li nexweşxaneyan, mezlûmên me qetil kirin. Şehîdên me ha li dijî vê têkoşiyan. Em jî, em ê li ser rêya wan bimeşin."

Paşê li ser navê TJK-E'yê Done Guzel jî got, “Îro salvegera damezirandina partiya me ye jî. PKK partiya şehîdan e û li dinyayê belav bû, gerdûnî bû.” Wê her wiha operasyona şoreşger a gerîlayan jî silav kir. 

 

Malbatê piştre sersaxî qebûlkirin.

Sema Eylûl biraziya ji şehîdên destpêkê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê Ahmet Marangoz û ji şehîdên tevgerê yên li Filistînê Mustafa Marangoz e. Xwişka wê Berçem Amed (Miyaser Marangoz) jî 27'ê Mijdara 2010’an tevî 4 hevalên xwe şehîd bûbû.

GIESSEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.