Lois Russel hunermendeke ku karên berhemên peykerwarî çêdike. Lê peykerên çêdike, ne dûrî sinhetkariya dayika wê ye. Ew dibêje, sala 1988’an dayika min a ku dikaneke wê ya selik û zembîlçêkeriyê hebû, jê xwestiye ew jî selik û zembîlan çêke. Ji wir wê berê xwe da piştî bi deh salan da hunerê raçandin û hûnandina bi ta û benan.
Lê ew ji selik çêkeriyê jî qut nebûye. Ev karê hanê ne ew pîşeyê wê bû yê ku pê debara xwe dikir. Ew li dibistana navîn mamoste bû û li zanîngehê jî dersdar. Di heman demê de jî rojnamevanî dikir, nexasim li ser meseleya perwerdeyê li Ingilîstanê.
Îro bi xwe ew pirraniya dema xwe bi ta û benan û çêkirina berhemên hunerî dibihurîne.
NAVENDA NÛÇEYAN