Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Edeneyê, di salvegera 100’î ya Serhildana Qoçgiriyê de şehîdên serhildanê û komkujiyên bi destê dewleta Tirk bi bîr anîn. Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş û rêveberên ESP’ê jî di nav de gelek kes beşdarî bibîranînê bûn. Di bîranînê find hatin vêxistin û rêz ji ehîdan re hat girtin.
Hevserokê Şaxa DAD’ê yê Edeneyê Zeynel Kete, di bibîranînê got, ev hişmendiya komkujer ji berê heta niha dewam dike: “Hişmendiya komkujer xwe li Zîlan, Sason, Dersim, Çorûm, Meletî, Mereş, Sîvas û Gaziyê nîşan da. Tiştên li Gaziyê qewimîn hêj di bîra me de ne. Vê hişmendiyê li Roboskê, Şengalê, Pirsûsê, Gara Enqereyê dewam kir. Em di kesayeta Elîşêr Efendî û Dayika Zerîfe de kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em rûhê berxwedanê yê ku ji me re hiştinê, bi têkoşînê zindî bikin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em Elîşêr û Dayika Zerîfe ji bîr nakin.”
Piştî axaftinan loqme hatin belavkirin û lawje hatin gotin.
EDENE