Duayên me ji bo aştiyê ne 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 8 Sibat 2021 - 01:46

Jinên Dersîmî yên li dijî polîtîkayên bişaftin, tundî û tunekirinê li çand, bawerî û ziman xwedî derdikevin, di meha Xizir de bi xebatên hunerî pêşengiyê dikin. Jinan diyar kirin ku îsal duayên wan ji bo aştî û mirovahiyê ne. 

Meha Xizir di çand û baweriya elewiyan de cihekî pir taybet û girîng digire. Her sal di meha Sibatê de kevneşopiya Xizir dest pê dike. Li hin herêman di Pêncşema duyemîn a Sibatê de dest pê dike. Bi destpêka meha Sibatê re mal û derdor tên paqijkirin. Bi qasî zindî û ruhber hemû têr bixwin zexîre û xurek tê parvekirin. Her kesê li deriyê malan dide û alîkarî dixwaze, alîkarî bi wan re tê kirin. Genim tê hêran û kelandin. Bi duayan ew genimê hatiye pijandin, li hemû aliyê malê tê belavkirin. Di vê mehê de loqme tên çêkirin û li cîranan tê belavkirin. Tirb tên ziyaretkirin û li ser wan find têne pêxistin. Hem dua tên kirin û hem jî daxwazên baş tên kirin. Di meha xizir de 3 rojan rojiya Xizir tê girtin.  

Jina 63 salî ya Dersimî Fatma Guler a ji bo ev çand li ser piyan bimîne hewl dide anî ziman ku armanca wan ew e, çand û baweriya elewiyan bidomînin û got: "Em dixwazin bi van xebatan çand û baweriya xwe derbasî nifşê nû bibe û paşerojê dewam bike." 

Fîdan Genç jî tîne ziman ku yên çand û baweriyê diparêzin jin in û dibêje: "Jin çand û baweriyê derbasî paşerojê dikin. Demek dirêj e li Îzmirê dijîm. Em li ku bijîn em çanda xwe jî li wir didomînin.” Paşê destarê xwe yê 50 salî derdixe û bê genim dihêre.

MA/DERSIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.