Çalakiyên meha Xizir

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 5 Sibat 2021 - 23:11

ONER POLAT / BERN

Meha Xizir ku di meha Sibatê de ye ji bo baweriya Elewîtiyê pîroz e. Çalakiyên di çarçoveya vê meha pîroz de li bajarê Swîsreyê Bernê dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de li ber çemê Aare loqme hatin belavkirin.

Federasyona Demokratîk a Alewiyan (FEDA), Kongreya Avakirina Dêrsimê û Federasyona Demokratîk a Komeleyên Mereşê çalakî hevpar organîze kir. Li ber çemê Aare çira hatin pêxistin, gulbang hatin gotin, û loqme hatin parvekirin.

Li ser navê FEDA´yê, Songul Çelîk li vir peyivî û got, „Ya ku vê meha Sibatê pîroz dike, ew e ku ev meh meha Xizir e. Di baweriya Reya Heq a Elewîtiyê de Xizir, hevrêyî malûman e, pîroz e ji bo piştgirî, parvekirin û hevparbûnê.

Em li ber çemê Aare vê pîrozbahiyê dikin, ji ber ku di bawerriya me de av, hewa, ax û rohnî pîroz in. Li gorî baweriya xwe em loqmeyên xwe pêşî em bi çivîk û kêzikan re parve dikin. Ji ber wê me loqmeyên xwe berdan çemê Aare û paşê li canan belav kir."

Çalakiyên bên ên meha Xizir wê 11´ê Sibatê li Zurichê, 18´ê Sibatê li Baselê, 25´ê Sibatê li Aarau bi rê ve biçin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.