REWŞAN SAGLAM/MA/DÊRSIM

 

Dîroknas Doç. Dr. Ayfer Karakaya-Stûmp li ser nivîs, arşîv û belgeyên Elewiyan lêkolînan dike.  Niha dixwaze di çarçoveya xebatên arşîva dîjîtal de xwe bigihîne 5 hezar gundên Elewiyan û bi “Projeya Arşîva Dîjîtal a Elewî-Bektaşî" re çanda Elewiyan ji nifşan derbasî nifşan bibe. Stûmp, behsa xebat û armancên xwe yên di vî warî de kirin.  

Stûmp, da zanîn ku ji sala 1995’an ve bi çanda Elewiyan re eleqedar dibe û ji bo serpêhatiya xwe ya destpêkirina projeyê got: “Bi komkujiya Sêwazê Elewitiya me anîn bîra me. Eleqeya min a bi Elewîtiyê re wê demê dest pê kir. Ji ber ku tiştên min têkildarî Elewitiyê de xwendin ez qaneh nekirim min li ser dîrokê doktora kir. Min nivîs û belgeyên di ocaxên Elewiyan de û belgeyên di arşivan Osmaniyan de dan berhev têkildarî derketina Tevgera Kizilbaşan teza doktorayê nivîsî. Di dema vê xebatê de her tim çûm gundan. Min nivîs û belgeyên di destê Pîran de didîtin, gelek ji wan kevin bûne li gel vê yekê hîn bûm ku hin belge hatine windakirin, şewitandin û dizîn. Ji bilî van hin kesên li zanîngehên dewletê, dest avêtin nivîs û belgeyên di arşîvên taybet ên malbatan de. Hema bêje arşîv bi destê dewletê hatin tunekirin. Bi vê polîtîkayê ewilî nifûsa Elewiyan pişt re jî xwestin hemû şopên têkildarî Elewiyan bên jê birin. Min ferq kir ku bi van hesabên ku dewlet dike re mîrateyeke ji holê tê rakirinê û piştî çend salan min Projeya Arşîva Dîjîtal a Elewî û Bektaşî da destpêkirin.”

 

Bi civakê re parve dikim

Stûmp, diyar kir ku bi demsala havînê dest bi projeya xwe kiriye û got; “Bi asîstanên teknîkî yên ji aliyê zanîngehê ve hatin dayîn, me di salên biharê de binesaziya teknîkî ya projeyê afirand. Niha ez vê projeyê bi awayekî şefaf bi hemû civak û rêxistinên Elewiyan re parve dikim. Ji ber ku em armanc dikin ku ev proje ji civakê re vekirî be û bibe projeyek ku hemû civaka elewî di demeke dirêj de hem tevkarî hem jî sûdê jê werbigire. Ji ber vê yekê, min vê havînê li cemxaneyeke li Ingilîstanê bi pêşkeşiyekê destpêkê kir, dûre min li Îzmîr û Dêrsîmê pêşkêşî kir û ez ê pêşkêşiyên xwe bidomînim. Em ê bingehekê deynin, pişt re em armanc dikin ku bi dilxwaz, sazî û kesên dixwazin tevkariyê bikin re vê projeyê mezin bikin.”

Projeyeke bi dilxwazî ji bo ciwanan

Stump da zanîn ku projeyek bi tenê jî nîne û anî ziman ku di arşîvê de wê gelek qadên weke destnivîs, belge, wêne û muzîk hebin. Stûmp, got; “Ez dîroknas im, belge û destnivîsên dîrokî qada min a pisporiyê ne, ez bi vê beşa projeyê re eleqedar im. Xwendekarekî ku li zanîngeheke Emerîkayê doktoraya etnomuzîkolojiyê dike, dê bi beşa arşîvê ya têkildarî qeydên muzîka Elewiyan re eleqedar bibe. Ji ber vê yekê, em plan dikin ku li gorî pisporiya wan ji her kesî destekê werbigirin û projeyeke ku ciwanên Elewî û dilxwaz ên karibin bi dilxwazî ji bo diyarkirin û neqandina cihên Elewiyan ên li qadê bixebitin.”

 

5 hezar gund tevî nexşeyan

Stûmp, da zanîn ku wê di encama lêkolînan de 5 hezar gundên Elewiyan tespît kirine û ji nû ve nexşekirine û anî ziman ku ev proje dê li ser gundan were pêşxistin. Stûmp diyar kir ku dema proje biqede wê nexşerêyeke înteraktîf bê afirandin û got: “Em bifikirin ku mirovekî li ser malbata xwe tiştekî nizane û tenê navê gundê xwe dizane heye. Dema ku hûn li wî gundî bitikînin, hûn ê karibin xwe bigihînin hemû agahiyên bingehîn ên li ser wî gundî. Wekî din, wê karibe xwe bigihîne belgeyên nivîskî, destnivîs, wêneyên kevin ên ji wî gundî.”