Mihrîcana Cogî Baba

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Tebax 2024 - 00:27

Cogî Baba di nava qizilbaşan de pîrekî mezin e, lewre jî Kurdên qizilbaş bi armanca parastina çand, ziman, bawerî, ax, xweza û şûnwarên xwe li gundê Cogiyê Mihrîcana çandî ya Cogî Baba li dar dixin. Îsal jî di 21’ê tîrmehê de 18’emîn Mihrîcana Cogî Baba hat lidarxistin. Têkildarî armanca li darxistina Mihrîcanê  Hevserokê Komaleya Çandê ya Qoçgiriyê û Rêvebirê Îmranli- Derê Riza Kahraman axivî. Kahraman destnîşan kir ku Cogî Baba di nav kurdên qizilbaşan de pîrekî mezin e ku xizmeta çar derî çil meqamî dike û got:“Di salên 1200’î de li Qoçgiriyê jiyaye, li hemû gundan li malên biçûk gel vexwendiye cemê û bi wan re civat gerandiye. Di nasnameya me ya elewiyên kurd de ew murşîdekî me yê li ser text e. Nifûsa Qoçgiriyê nêzî mîlyonekê ye lê em hemî koçber bûne gelek ji me çûne Ewropa û bajarên din ên Tirkiyeyê. Ji bo ku em bikaribin ji nû ve li welatê xwe û axa xwe  vegerin me hin proje danîn ber xwe, me di vê çarçoveyê de li Stenbolê Komaleya Piştevanî û Çandê ya Îmranli û gundên wê ava kir da ku em li gundê xwe vegerin û li axa xwe, xwezaya xwe xwedî derkevin. Bi vê armancê me li her gundekî Mala Cemê ava kir û dest bi çalakiyên çandî kir.”

Li ser xebatên xwe jî Kahraman diyar kir ku ew her sal li gundê Cogiyê li Mala Cemê bi zimanê xwe yê zikmakî bi kurmancî û zazakî cemê dikin û dikevin civatê, pîr û seyîd jî beşdar dibin. Bi armanca em li gundê xwe, axa xwe û zimanê xwe vegerin em her sal li gundê Cogiyê Mihrîcana Cogî Baba li dar dixin. Îsal jî di 21’ê tîrmehê de me 18’emîn Mihrîcana Cogî Baba hat lidarxistin. Mihrîcan ji hêla  Serokê Lijneya Rêveberiya Komaleya Piştevanî û Çandê ya Îmranli û gundên wê Zeynel Soysal, komîteya tertîbê, hunermend, saziyên civaka sivîl muxtarên gund û cotkarên kedkar ve bi awayekî kollektîf hat lidarxistin. Mihrîcana me îsal jî serkeftî bû. Em ji naveroka bernameya mihrîcana Cogî Baba memnûn in lê ji ber zordariyên li herêmê û li ser çand, ziman û baweriya me kurdên elewî ev herêm bêmirov hatiye hiştin, ciwan lê nemane û ji ber wê jî beşdariya mihrîcanê kêm e. Em dixwazin ku gel zêdetir giringiyê bide vê mihrîcanê da ku gelê Qoçgiriyê li axa xwe û zimanê xwe û çanda xwe vegere.”

XWEBÛN/ROGER KOYÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.