Meqamê Çilan temam bû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Nîsan 2021 - 02:13

FIRAZ BARAN

 

Şêwekar Alî Zulfikar, ev 8 meh in li ser projeya bi navê Meqamê Çilan dixebitî. Di dawiya 8 mehan de wî xebata xwe ya vê projeyê bi dawî kir. Di projeyê de 8 tabloyên mezin hene ku Alî Zulfikar bi qelema reş li ser wan xebitiye. Pêr bi merasîmekê proje hat danasîn. Ev tablo bi dîwarên Cemxaneya Unna û Hawîrdora wê ya Civaka Elewî ve ne. Avahiya vê cemxaneyê ya li bajarê Elmanyayê Unnayê jî hîna nû hatiye avakirin. Ji ber tevdîrên koronayê merasîm bi beşdarbûna kêm kesan û nûnerên çapemeniyê hat kirin.
Alî Zulfikar beriya xêzkirina van tabloyan bi pisporên dîrok, gulbang û serpêhatiyên civaka Elewî re peyiviye; bi nivîskar, pîr û hunermendên din şêwiriye. Li belgeyên heyî jî kolaya. Axir di encamê de ew dibêje, "Min herêma me û Dêrsim anî ber çavên xwe, rûdên û cil û berg xêz kirin."
Alî Zulfikar ê Entabî, ji bo wêneyê "Şah Îsmaîl" resmê wî yê li ser pereyan derbkirî kiriye esas. Herçî yên din in, li gorî texeyula xwe ew xêz kirine. 
Ew bi bîr dixe ku resmekî xêzkirî yê Yunus Emre jî heye, lê di wir de porê wî kin e û dibêje, lê ew derwêş bûye, ji ber wê, wî Yunus Emre bi porê dirêj xêz kiriye. 


Wêne: Markus Liesegang

Ji bo berxwedanê rengê sor

Ji bo tabloya Pîr Sultan Abdal ew dibêje, "Rengê sor ê di tabloyê de nûneriya berxwedanê dike. Ew şoreşgerê serdema xwe ye. Min xwest wî bi tembûr, xirqe û sekna wî îfade bikim. Pîr Sultan kalê şoreşger ê Qoçgiriyê ye, Qoçgiriya sala 1921'ê li ber xwe dayî, zilm lê bûyî. Ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim."
Ji bo ku tabloyên wî yên bi qelema reş zû bi zû xira nebin, wî formulek peyda kiriye. Ew tiştekî ron ku wî çêkiriye piştî ku tablo qediya li ser tuwalê dike û tuwal bi vî awayî tê parastin. Ev sir û raza wî ye ku wî bi alîkariya dayika xwe çêkiriye.

Berhemên vê projeya wî ev in: 
Hozanên alî: 200x140 cm
Dayikên pîroz: 200x140 cm
Şah Hatayî: 140x110 cm
Pîr Sultan Abdal: 140x110 cm
Haci Bektaşi Velî: 140x140 cm
Yunus Emre: 140x110 cm
12 Îmam: 480x150 cm

Projeya bê Greta ye

Alî Zulfikar van rojên li pêşiya me wê dest bi xêzkirina tabloya Greta Thunberg bike li ser tuwaleke mezin a berên wê 360x260 cm ne. Ev tablo wê li bajarên cihê yên Elmanyayê li kolanan bê nîşandan. Saziya bi navê "Hunerê li ser Panoya Reklamê" destekê dide projeyê û armanca wê ew e ku piştgiriyê bide têkoşîna ji bo hawîrdorê ya Greta Thunberg.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.