Şehîd Karwan Hewram bi pirtûkekê bibîranîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 25 Adar 2024 - 01:45

Ji bo bibîranîna şehîd Karwan ku di dilê hemû hevrê û hevxebatên xwe û hemû wan kesên ku wî nas kiribû cihê xwe vekiribû, pirtûkçeyek ya bi navê “Karwanek Ji Peyvên Azad” ku demek bû ji aliyê Komîteya Şehîdan a PKK’ê ve dihat amadekirin hat çapkirin.

Di pirtûkçeyê de ku ji daxuyanî, nivîs, bîranîn û nirxandinên di derbarê jiyan, sekin, têkoşîn, hevaltî, şoreşgertî, milîtantî û kedkariya şehîd Karwan Hewram re cih hatiye dayîn, her wiha di beşa dawî ya pirtûkçeyê de jî albûmeke wêneyên şehîd Karwan hatiye çêkirin.

Endamê Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD) Şehîd Mihemed Melekî bi nasnav Karwan Hewram li gundê Jaweru ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. 15 salan di nava şoreşa azadiya Kurdistan û ragihandina azad de maye. Her wiha edîtorê beşa Farisî ya ANF’ê bû. Ji ber nexweşiyê di 14’ê Nîsana 2023’yan de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû.

Hûn dikarin pirtûkçeyê ji vir daxînin:

https://drive.google.com/file/d/1e_xr7IjZzjME1_3tMmA6YkWN0eNXDZaY/view?usp=drive_link

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.