• Mihrîcana Amafrayê ya 1ʼê wê herî zêde rengê jinê bide der û armanca wê ya esasî parastina çanda civakê ye û peyama "Em nahêlin ti kes çanda me bihelîne û tine bike" dide.

RÛPERÎN ELΠ
JINNEWS/ŞEHBA

 

Rêvebera Komîteya Amadekar a Mihrîcana Amarayê, Eyşe Hûsên û Endama Koma Stranan, Hêva Hemdo behsa amadekariyên xwe yên ji bo mihrîcanê kir. Wan got, "Ji ber ku çanda mirov nasnemeya parastinê ye, bi nêzîkbûna Mihrîcana Amarayê re em prova û amadekariyên mihrîcanê dikin."
Bi nêzîkbûna lidarxistina Mihrîcana Amarayê ya 1ʼê re, amadekarî û provayên stran, govend, helbest û şanoyê li navenda Çand û Huner a Navçeya Fafîn a ser bi Kantona Şehbayê didomin. Armanca mihrîcanê parastina çanda Şehbayê û danasîna wê bi civakan din e. Derbarê mijarê de Rêvebera Komîteya Amadekar a Mihrîcanê, Eyşe Hûsên û Endama koma stranan Hêva Hemdo peyivîn.
  
Dijmin dixwaze çandê têk bibe

Eyşe Hûsên bal bire ser girîngiya parastina çandê û got, "Çanda mirov, nasnameya mirov e û divê bê parastin. Dijmin dema êrişî cihekî dike, armanca wî ya yekê têkbirina çanda mirovan e. Ji bo wê, pêwîst e her pêkhate xwedî li çanda xwe derkeve û herdem wê biparêze. Bi parastina çandê re dîroka civakê dewlemend dibe û yên ku parastina vê çandê esas digirin jî jin in. Heger çand ji aliyê dayikan ve neyê parastin, wê demê nasname, nirx û hebûna wê civakê tê helandin û bi êrişan bi ser de diçin."
 
Pirraniya çalakiyan yên jinan in 

Eyşeyê diyar kir ku ew niha amadekarî û provayên Mihrîcana Amara ya 1ʼê dikin, wê mihrîcan 16'ê Cotmehê dest pê bike. Li ser mihrîcanê ew wiha peyivî: "Ev mihrîcan wê hemû pêkhateyên li Kantona Şehbayê hembêz bike. Ev jî gaveke dîrokî ye. Ji bo wê amadekarî û provayên me didomin. Di mihrîcanê de çanda pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re dê bê nîşandan û bi vê re em ê girêdana van pêkhateyan a bi hev re nîşanî her kesî bidin. Her wiha di xebatên mihrîcanê de qederê 70 endaman hene û pirraniya wan jî jin in. Mihrîcan 16'ê Cotmehê dest pê dike û 3 rojan dewam dike." 
 
Em ê çanda xwe bidin nasîn

Endama koma stanan a Tevgera Çand û Huner a Kantona Şehbayê, Hêva Hemdo jî derbarê mihrîcanê de got, "Ev cara yekem e em weke şêniyên Şehbayê amadekariya mihrîcaneke bi vî awayî dikin. Armanca vê mihrîcanê, parastina çanda gelan e. Ji bo wê, em bi kêfxweşiyeke mezin beşdarî wê dibin û em dixwazin mihrîcana me pirr xurt be. Em ê bi rêya vê mihrîcanê çanda xwe bi hemû pêkhateyên li ser vê erdnîgariyê, bidin nasîn. Em niha provayên mihrîcanê dikin û ev prova jî bi ruhê komunal pêk tên. Mirov bi çanda xwe hene, ji bo wê, em nahêlin ti kes çanda me bihelîne û çanda me winda bibe."