Şehadeta wan wesîleya çekdarîbûnê ye

Pêncşem 26 Tebax 2021 - 02:05

Partiya Komînîst a Fîlîpînan û Artêşa Gel a Nû (CPP/NPA) Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat a di êrîşa artêşa Tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbû, bi bîr anî.

CPP û NPA´yê bi sernavê ‘Ji bo hevrê Sosin, Ka Ella û şervanên jin silavên sor’ peyam da. Di daxuyaniyê de sersaxî ji gelê Kurd re hate xwestin û hate gotin: “Hevrê Sosin di şerê parastina şoreşgerî ya Rojava de û di operasyonên li dijî hêzên Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de xwedî roleke diyarker bû. Di birêxistinkirina yekîneyên xweparastina jinê de weke Fermandareke YPJ’ê pêşengî kir û di têkoşîna li dijî dijminên jinê de li rêzên pêş bû. Ka Ella mîna hevrê Sosin ji bo gelê Fîlîpînê ji mêtingerî, faşîzim û zextan rizgar bike, xwe bexşand. Her tişta xwe, ji bo doza demokratîkbûna neteweyî ya gelê xwe bexşand, dayik, rojnamevan û helbestvan bû.”

CPP û NPA Sosin û Ka Ella bibîr anî û got: “Derbeyên xurt li faşîzmê bidin û tolê ji wan hildin. Şehîd Namirin. Divê şehadeta Hevrê Sosin û Ka Ella ji bo jinên cihanê hemûyan bibe boneya biçekbûnê, astengiyên siyasî, çandî û civakî li pey xwe bihêle, ji bo rizgariya civakî, ji bo xizmeta ji bo doza mezlûm û li dijî mêtingeriyê, bibe çavkaniya hilgirtina çekê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.