Doh êvarê belgefilma derhênera Îtalî Benedetta Argentieri a bi navê “Kulîkvedana li çolê: Sê jin li Reqa siberoja xwe ava dikin” online li ser înternetê hat nîşandan. Beriya niha jî film cara pêşî 1’ê Kanûnê li Ingilistanê hatibû nîşandan.
Film bi axaftinên Erebî û jêrenivîsa Ingilîzî hat nîşandan. Piştî nîşandana filmê derhêner Benedetta Argentieri hazir bû ji bo bersivê bide pirsên temaşekeran.
Mirov di belgefilmê de dibîne ku serpêhatiya her jina siberoja xwe bi xwe ava dike, ji bo Benedetta Argentieri hêja ye mirov behsa wê bike. Benedetta Argentieri dibêje, “Bi rêya hevpeyvînan û serpêhatiyên ewqas jinan, em dizanin ku rejîmê jin esas weke jinên mêrên xwe û dayikan dîtine. Wan bi rastî jî nedikarî di nava civakê de bibin xwedî parekê û di meydana siyasî de jî dengê wan nebû. Piştre şer bi ser wan de hat, DAIŞ‘ê bajar kontrol kir. Bi giştî ez difikirim, girîng e mirov nîşan bide ka jin civakê çawa diguherin. ‘’
Jinên di filmê de behsa wan tê kirin, Meryem Ibrahîm, Awatef El-Îsa û Hind Ebdulezîz in. Ji bilî derhênerê bi xwe Sara A. de Ceano-Vivas Núñez û Dani Ellis kamera girtine. Wekî din ji dîmenên Azad Evdikê sûd hatiye wergirtin. Film bi produksiyona Banos Film, Possibile Film, SMK Factory hatiye hazir kirin. n
FRANKFURT