Sê galaksî li hev dikevin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Sibat 2023 - 03:27

Teleskopa fezayê ya NASA û ESA´yê, Hubble van rojan gelek wêneyên balkêş dişîne. Vê carê li navenda wêneyê wê 3 galaksî hene ku li bin guhê hev dikevin. Ev galaksî li nava konstelasyona Bootes in. Di dawiyê vê li hev katinê wê galaksiyeke bi tenê ya mezin pêk were. Ew ê bi hêzên xweyên kêşanê, avahiya xwe ya spîral biguherin, heta ku ev pêvajo pêk bê.

Astronom ji vê koma sê galaksiyan a bi hev ve dikelijin, dibêjin, SDSSCGB 10189. Ev her sê galaksiyên stêrkan çêdikin, ji hev tenê 50 hezar salên rohniyê dûr in. Ev mesafe ji bo galaksiyan, mesafeyeke pirr kêm e. Cîranê herî nêzîk ê galaksiya me ya Rêya Kadiz, Andromeda ye û ew ji dinyaya me bêhtirî 2.5 milyon salên rohniyê dûr e.

Astronom difikirin ku galaksiyên dibiriqin ên komî (BCG) pêk tên gava ku galaksiyên gaz di wan de pire dikevin zik hev. 
Ev her sê galaksiyên di vî wêneyî de jî weke wan in. Kameraya meydanî ya 3´yem a Haubbleyê ev galaksî dîtin û niha wan ji nêz ve dişopîne, da ku alîkar be ji bo serwextbûna li pêkhatina galaksiyên mezin ên gerdûnê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.