Sê fermandarên pêşeng
Şemî 12 Mijdar 2022 - 02:56
- HPG´ê bi daxuyaniyekê sê fermandarên pêşeng ên jin ên gerîlayaên YJA-Starê bi bîr anîn. HPG´ê got, ew ê mîrateya têkoşînê ya şehîd Peyman, Agirî û Çavrê bi serketinê tacîdar bike.
HPG'ê 3 gerîlayên sala 2019´an li Herêmêîn Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, di salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn û got, "Mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên me yên hêja, wê teqez bi serketinê bê tacîdarkirin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, “Hevrêyên me Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo ku salên dûr û dirêj di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cihê xwe girtin û bi dilsoziya xwe ya bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û sekna li xeta jinê ya azad, bûne fermandarên mînak, 12'ê Mijdara 2019'an di êrişên dewleta Tirk a qirker de şehîd bûn. Ev hevrêyên me bi kedkarî û fedakariyeke bêhempa tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn û bûn nûnerên rasteqîn ên dilsoziya bi nirxên azadiyê û duristiyê. Mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên me yên hêja wê teqez bi serketinê bê tacîdarkirin. Di salvegera şehadeta hevrêyên xwe de em wan bi hurmet û minet bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna wan re dubare dikin.
Şahida artêşbûna jinê bû
HPG´ê ji bo şehîd Peyman Bagok got, “Hevrêya me Peyman li gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Di bihara 1991'ê de xatir ji cihê lê ji dayik bûyî xwest û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêya me Peyman weke gerîlayeke pêşeng gav bi gav li cografya Kurdistanê geriya, deverek nehişt ku lê tênekoşiya, ked neda, xwêdan nerijand. Li ser rêya Rêber Apo meşiya, xwe bi kedê afirand û di nava 28 salên gerîlatiyê de serketin û kêliyên bêhempa ava kirin. Li herêmên Zap, Avaşîn, Xakurkê, Botan, Qendîl, Dêrsim, Heftenîn û Metînayê bi gerîlatiyê timî li pêş bû. Di salên destpêkê yên gerîlatiya xwe de li herêma Xakurkê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nas kir, pê re ma û di bin fermandariya wê de şer kir. Hevrêya me Peyman, dilsoziya xwe ya bi felsefeya Rêbertiyê, serweriya xwe ya li Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê bi pratîka xwe bi xurtî nîşan da. Li ser xeta Rêbertiyê meşiya û bû mînaka şênber a nasnameya jina azad a xwedawendiyê. Ji artêşa azadiyê ya gelê me ji ARGK'ê heta bi HPG'ê, ji destpêka artêşbûna jinê ji YAJK'ê heta bi YJA Starê şahidî ji her kêliya têkoşîna me re kir, cih di nav de girt, ked da, şer kir, bû fermandar, şer bi rê ve bir û di her kêliya têkoşîna me ya azadiyê de li refên herî pêş bû. Di têkoşînê de gelek fermandarên pêşeng û şervan gihandin, ruhê Bêrîtan û xeta Zîlan gihand hevrêyên xwe yên ciwan. Bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava 1'ê Hezîranê ya 2004'an û çû herêma Dêrsimê, ji bo biserxistina pêngavê gelekî hewl da. Sala 2013'an tevî ku çû Başûr, hevrêya me Peyman timî dil û rûyê wê li Bakurê Kurdistanê bû, timî dixwest li vê qadê têbikoşe.
Hevrêya me Peyman weke şoreşgereke ku îdeolojiya azadiyê pejirandî, di têkoşîna zayendî de timî xwedî sekneke bi bandor bû, ti carî rê neda nêzîkatiyên kevneşop û paşverû.
Hevrêya me Peyman Bagok, endama Meclîsa PAJK'ê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê bû, di 28 salên şoreşgeriya xwe de bêdudilî li ser xeta Rêber Apo meşiya. Hevrêya me Peyman mîrateyeke têkoşînê ya dîrokî li pey xwe hişt. Têkoşîna fermandara me ya nemir hevrêya me Peyman wê ji aliyê hevrêyên wê ve teqez bê biserxistin.
Fermadareke pêşeng bû
HPG´ê ji bo şehîd Agirî Gabar got, “Hevrêya me Agirî li gundê Gordila yê Şirnexê ji dayik bû. Sala 1998'an tevlî nava refên gerîla bû, di meşa xwe ya azadiyê de timî xwe bi îdeolojiya Rêbertiyê gihand û bi biryardarî têkoşiya. Hevrêya me Agirî bi taybetî jî berê xwe da çiyayên bi heybet ên Zagrosan. Hêrsa xwe ya li hemberî xiyanetê, dilsoziya bi hevrêyên xwe re, ji bo hilanîna tola şehîdan û zilma li gel tê kirin, veguherand têkoşînê û bi coşeke mezin dest bi bicihanîna vê wezîfeya pîroz kir. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li herêmên Gabar, Besta û Qendîlê weke fermandareke pêşeng a YJA Starê li her qadê têkiliyeke xurt a hevrêtiyê danî û bû hevrêya hevrêyên xwe. Sala 2000'î tevlî nava Hêzên Taybet bû. Di xeta Zîlan de li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me, weke milîtaneke PKK-PAJK'ê çanda Apoyî li cewhera xwe neqişand û bû fermandareke pêşeng. Hevrêya me Agirî ku şervaneke xurt a Xeta Azadiyê ya Jinê bû, hişmendiya azadiya jinê kir rêgeha bingehîn a jiyana xwe, kesayetî û sekna xwe li ser vê bingehê da rûniştandin.
Piştî banga Rêberê me yê ku digot, 'Yên ji min hez dikin, bila berê xwe bidin Botanê', hevrêya me Agirî jî careke din weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng berê xwe da xaka Botanê. Di çarçoveya Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî de gelek çalakî bi rêxistin kirin, derbên giran li Botanê li dijmin hatin xistin. Paşê ew vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, li vir tevlî perwerdeya Ocaxa PKK'ê bû. Sala 2015'an careke din çû Bakurê Kurdistanê. Hevrêya me Agirî tevî ku di têkoşînê de 2 caran birîndar bû, bi îradeya xurt a Apoyî zû rehet bû, vegeriya têkoşînê û careke din cihê xwe li nava refên herî pêş girt.”
Evîndara Avaşînê bû
HPG´ê di dawiyê de jî wiha behsa şehîd Çavrê Cîlo kir: “Hevrêya me Çavrê li Amedê hatiye dinê. Wê ji piçûktiya xwe ve xeyal dikir ku li ser şopa birayê xwe yê mezin Kurtay Amed (Osman Karadeniz) bimeşe û bibe gerîla. Ew sala 2011’an li herêma Avaşînê tevlî nava refên gerîla bû. Ew heyrana xwezaya bi heybet a Avaşînê bû û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşiya. Hevrêya me Çavrê heta astek xwe di felsefeya Apoyî de bi pêş xist, di heman demê de dest bi amadekariya rewşa şer a muhtemel kir. Li herêma Avaşînê nêzî 3 salan têkoşiya, weke gerîlayeke jêhatî ji wir derket; ji wir ew çû herêma Garê. Bi perwerdeya li vir re, di beşa sekvaniyê de bû pispor û vegeriya herêma Avaşînê. Vê carê êdî ew fermandara YJA Starê bû.
Hevrê Çavrê bi xwe beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêma Avaşînê bû, rola xwe ya pêşengtiyê bi rêk û pêk bi cih anî. Şehadeta birayê wê yê mezin hevrê Kurtay di sala 2015’an de li herêma Mêrdînê, hêrsa li hember dijmin zêdetir kir. Di xeta Rêber Apo û şehîdan de roj bi roj xwe kûrtir kir. Hevrê Çavrê, ji Peyman Bagok ku pê re xebitî, sûd wergirt.”
Nasnameya şehîdan weke li jêr e:
* Peyman Bagok (Hulya Mercan) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Sureyya û Îzzettîn, 12'ê Mijdara 2019´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
* Agirî Gabar (Xezal Temel) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Ayşe û Îbrahîm, 12'ê Mijdara 2019´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
* Çavrê Cîlo (Hêlîn Karadenîz) a li Amedê ji dayik bûye, keça Rahîme û Veysî, 12'ê Mijdara 2019´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN