- Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn bi sûdwergirtina ji du gerîlayên jin ên ku li nava refên gerîla, li çiyê jî dest ji şanoyê bernedan, navê Teatra Sarya Baran li koma şanoyê ya li navenda li Qamişloyê kir.
NÛJIYAN ADAR / QAMIŞLO/ANF
Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn bi sûdwergirtina ji du gerîlayên jin ên ku li nava refên gerîla, li çiyê jî dest ji şanoyê bernedan, navê Teatra Sarya Baran li koma şanoyê ya li navenda li Qamişloyê kir.
Teatra Sarya Baran, koma destpêkê ya şanoya jinê ye. Sala 2018'an piştî perwerdekirina sê şanogeran ava bû. Ji bo bipêşvebirina şanoya jinê û Kurdan, karê xwe dewam dike. Şanoya ku bi navê du gerîlayên jin hate avakirin, ev çar sal in gelek karan dike. Teatra Sarya Baran, piştî karê atolyeyê yê 6 mehan, Koma Şanoya Zarokan jî perwerde dike.
Teatra Sarya Baran sala 2018'an dest bi karê atolyeyê yê 6 mehan kir û destpêkê bi sê şagirtan, bi sê perwerdekaran dest bi kar kir. Sê şagirt, piştî teoriya şanoyê ya 6 mehan, perwerdeya beden û lîstikvaniyê, bi lîstika xwe ya bi navê “Jina bi tenê” sala 2019'an tevlî Festîvala Şehîd Yekta Herekol bû. Di festîvalê de hem xelata lîstikvaniya herî baş, hem jî xelata derhêneriya herî baş wergirt.
Kom niha li ser mijarên kondîsyon, xeyal, teoriya şanoyê û lîstikvaniyê çar pirtûkan amade dike. Bera Ferec Hesen, Şevîn Xelîl û Zelal Cûma berê şagirt bûn û niha bûne mamoste, niha komeke ji zarokan perwerde dikin.
Perwerde ji du beşan pêk tê. Beşa yekê ji bo zarokên di navbera 9-14 salî de ye û li ser xeyal û kondîsyonê ders tên dayin. Beşa duyemîn jî ji bo zarokên di ser 14 salî re ye û li ser mijarên teoriya şanoyê û perwerdeya lîstikvaniyê ders tên dayin. Zarokên van perwerdeyan biqedînin, dikevin nava Koma Şanoyê ya Teatra Sarya Baran.
Kostuman û dekorê bi xwe çêdike
Teatra Sarya Baran heta niha 6 lîstikên şanoyê pêşkêş kirine. Sala 2020’an li gel nivîsandin û derhêneriya lîstika Kolan, her wiha lîstika “Diqîrim” a li ser jinên şoreşger ên cîhanê, “Jina bi tenê”, “Aştî di baskê çûkê de” ya li ser vegotina şer bi çavê zarokan, “Diziya Baxçe” û “Moristan” ku çîrokeke li ser dikê pêşkêş kiriye.
Koma ku karê kostum û dekorê jî bi xwe dike, ji perwerdeyê heta senaryoyê, kite bi kite, çi hewce be bi xwe dike û çêdike.
‘Dixwazim xeyalên xwe mezintir bikim’
Bera Ferec Hesen dibêje, bi Şoreşa Rojava re jinan xwe li warên civakî, leşkerî û siyasî bi rêxistin kir, û ew di warê hunerî de jî bi rola pêşengiyê radibin, lê belê wan heta niha nekarîye vê rastiyê têra xwe bigihînin civakê. Bera 9 zarokan perwerde dike, li ser elaqeya xwe ya ji bo şanoyê jî dibêje, "Şanogerî ji bo min xewn û xeyala zarokatiyê bû. Ji ber ku cihê kela canî ye, cihê ku xeyalên xwe qonax bi qonax pêk tînim. Êdî weke xeyalekê nanirxînim; dixwazim tecrûbeya xwe bi kesên din re parve bikim, dixwazim wan perwerde bikim. Ji bo wê xewna zarokan a li ser şanogeriyê pêk tînim, ji wan re dibim alîkar. Dixwazim xeyalên xwe jî mezintir bikim. Dixwazim weke pêleke nû li dîroka şanoyê ya Kurd bimîne."
Şertê du qonaxan
Endama Teatra Sarya Baran Şevîn Xelîl jî, ev 5 sal in di nava şanoyê de ye, yek ji damezrînerên komê ye. Şevîn destpêkê li nava koma şano ya zarokan dest bi kar kir, bi tecrûbeya xwe tevî hevalên xwe Bera û Zelal Mûsa piştî perwerdeya 6 mehan, Teatra Sarya Baran ava kir. Şevîn ji koma zarokan ketiye nava Teatra Sarya Baran. Niha jî ji koma şano ya zarokan a Hîlala Zêrîn re perwerdekariyê dike, bi taybetî li ser şanogeriyê dersan dide. Şevîn diyar dike ku ji bo zarok tevlî komê bibin, şert e ji du qonaxan derbas bibin.
Şevîn li ser elaqeya xwe ya ji bo şanoyê dibêje, "Malbata min jî piştgirî da min. Malbata min bi bala min a li ser teqlîdê hesiyabû û ji bo bibim şanoger piştgirî da min."
‘Em şanoyên xwe diyarî gel dikin’
Endama Koma Şanoyê ya Zarokan, Robistin Menal Hesen li ser sedema tevlîbûna xwe ya nava komê, dibêje, "Şano gelekî li xweşiya min çû û min biryar da ku tevlî bibim. Gelek komên ser bi Hîlala Zêrîn hene, lê belê şanoyê bala min kişand. Em şanoyên xwe diyarî gel dikin. Ev yek min kêfxweş dike."
Barîn Huseynî ya 14 salî û Hêlîn Cûma di qonaxa duyemîn de ne, ew dibêjin, "Bi rêya şanoyê em hem xwe hem jî gelê xwe perwerde dikin. Em dixwazin bibin şanogerên mezin û zarokan perwerde bikin."