Şandeya Zanîngehan li Elmanya bû

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 9 Adar 2023 - 03:03

Şandeya Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê di dawiya serdana xwe ya bo Almanyayê de peymana dostaniyê û biratiyê bi Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Emden/Leer re nû kir.

 

Peyman hat nûkirin

Li gorî endama Fakulteya Jinelojiyê ya Nivîsgeha Jinan a Zanîngeha Kobanê ku endameke şandeyê ye Dîcle Heyder, şandeya Zanîngeha Rojava û ya Kobanê duh peymana dostaniyê û biratiyê bi Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Emden/Leer a Elmanî re heta 5 salan nû kir.

Peyman cara yekemîn di 2018`an de hatibû îmzekirin. Ev peyman, têkiliyên di navbera beşên her du zanîngehan de bi rêxistin dike û li gorî wê semînerên hevbeş bi rêya înternetê û lêkolînên hevbeş têne parvekirin.

Dîcle Heyder li ser mijarê got: “Gotin ew destpêkê di wê baweriyê de bûn ku têkilî piştî bidawîbûna dema peymana yekemîn, wê bi dawî bibe. Lê niha bi nûkirina wê re kêfxweş in. Her wiha ji me re destnîşan kirin ku wan sûd ji vê tecrubeyê, parvekirina agahiyan û semîneran girtiye.”

 

Fakulteya Jineolojiyê dan nasîn

Şandeya zanîngehan tev li konferansekê bûn ku li zanîngehê têkildarî pergala perwerdeyê ya li ser wekheviya her du zayendan, demokrasiyê û parastina hawîrdorê hatibû lidarxistin. Şande 18`ê Sibatê hatibû Elmanyayê û di çend rojên dawî de serdana Zanîngeha Bremenê, Zanîngeha Alice Salomon û Zanîngeha Leonburgê kir. Bi rayedar, mamoste û xwendekarên zanîngehan re civiya û pergala zanîngehên Rojava nîqaş kirin û Fakultaya Jinelojiyê bi wan da nasîn. Her wiha bi çalakvanên jin re civiyan û gelek mijarên girêdayî têkoşîna jinan nîqaş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.