Şandeya navneteweyî çû Tirkiyê

Pêncşem 26 Çile 2023 - 02:18

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cihê hene, çû Tirkiyeyê. Delegasyon wê heta 27’ê Çile li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan bike. 

12 kesên di heyetê de li Stenbolê çûn serdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ku parêzeriya Abdullah Ocalan dike.

Parêzer Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Rezan Sarica heyet pêşwazî kirin. Civînê bi qasî 2 saetan dewam kir. 

Şandeyê piştî serdana xwe ya bi parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serdana Yekîtiya Tabîbên Tirk (TBB) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirk (TÎHV) jî kir.

 

Şande bi malbatan re hate gel hev

12 endamên Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê li Amedê bi birayê Rêber Abdullah Ocalanî Mehmet Ocalan re û bi biraziyê Ocalanî parlementerê HDP’ê Omer Ocalan re, bi dayika Veysî Aktaşî Faîke Aktaş re, bi birayê Omer Hayrî Konarî  Alî Konar re rûnişt. Civîn li çapemeniyê girtî hate kirin. 

 

Hevgirtina navneteweyî girîng e

Piştî hevdîtinê malbatan daxuyanî da. Omer Ocalan derbarê hevdîtinê got, “Em wateyeke mezin didin vê serdanê. Hevgirtina navneteweyî ji bo gelê Kurd girîng e, têkoşîna me ya li dora paradîgmaya rêzdar Ocalan wê  bidome. Beriya her tiştî divê tecrîd were rakirin.”

Mehmet Ocalan jî got, “Tişta ku li Girava Îmraliyê qewimî, ji bo her kesî tiştekî tarî ye, bila kes qebûl neke. Partiyên derveyî HDP’ê di vî warî de bêdeng in, ev şaş e û nayê qebûlkirin. Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin.”

Faîke Aktaş jî got, "Em ji aştiyê pê ve tiştekî din naxwazin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.