Sala Şewatê derket

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Tîrmeh 2021 - 03:04

Weşanxaneya Nûbiharê romaneke nû ya bi navê “Sala Şewatê” a nivîskar Xurşîd Mîrzengî bi Kurmancî çap kir. 

Romana “Sala Şewatê” ji 420 rûpelî pêk tê. Nûbihar romana “Sala Şewatê” wiha dide nasîn: “Ev roman, romana mehkûm û firarên dewletê ye. Firarên piştî serhildana Şêx Seîd, mehkûmên hereketa Pêçarê… Mîna gelek qehremanên wek Şêx Fexrî, Feqî Elî, Emê Faro… Dewlet li pey şopa wan e di gund û newalan de. Bi eskerê giran gundan dorpêç dike, nahêle kesek derkeve ji malan, dişewitîne kes û pez û sewalan. Ev Roman, bîra hedîseyên piştî dardekirina Şêx Seîd û hevalên wî ye. Romana wan salên zor û zehmet, romana wan salên şewatê...”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.