Sala 2023’ê sala Melayê Cizîrî ye

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Çile 2023 - 05:25

  • HRRK’ê ragihand ku sala 2023’an sala Cizîrî ye û xwest xelk destekê bide banga wan da ku Melayê Cizîrî ji nav destên dijminên ziman û dîroka Kurdan rizgar bikin û ji dinyayê re bibêjin, Melayê Cizîrî ne bi tenê sofî, oldar û bawermendekî Îslamî ye, lê ew helbestvanekî pirr mezin ê helbesta klasîk a Kurdî ye.

Komîteya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyekê sala 2023'an weke sala Melayê Cizîrî bi nav dike û radigihîne ku ev yek ji bo warê rewşenbîriya Kurd û Kurdistanî cihê şanaziyê ye. 

Di vê salê de, dê HRRK wê hewl bide ku pirraniya xebat û çalakiyên xwe der barê helbestvanî, jînenîgarî, rol û bandor, felsefe û raman, dîwan û şiroveyên dîwanê, bawermendî û sofîtiya Melayê Cizîrî li dar bixe, û bi alîkariya panel û semîner û konferansan, HRRK wê bi hewldanên xwe yên berfereh bike ku helbestvaniya Melayê Cizîrî ya bê hempa zeft bike û Melayê Cizîrî weke şahê helbesta Kurdî ya klasîk biçesipîne.

Her wisa bi vê helkeftê, HRRK dê “Xelata Melayê Cizîrî ya helbestê” jî damezirîne û salê carekê dê xelatê diyarî helbestvanekî Kurd ê behremend û dahêner bike.

 

‘Cizîrî ji nav destên dijminên ziman rizgar bikin’

HRRK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Em bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin sazî û dezgehên ragihandinê, yekîtî û hevgirtinên nivîskar û rewşenbîran, komele û weqfên ziman û çand û hunerê Kurdî, peymangeh, înstîtû, zanîngeh û zankoyên Kurdistanê hemûyan, tevahiya xemxwur û dilêşên helbest, ziman û wêjeya Kurdî (çi li hundir û çi li derve) da ku destekê bidin banga me da em Melayê Cizîrî ji nav destên dijminên ziman û dîroka Kurdan rizgar bikin û ji dinyayê re bibêjin, Meleyê Cizîrî ne bi tenê Sofî û oldar û bawermendekî Îslamî ye, lê ew helbestvanekî pirr mezin e ji nava helbestvanên Kurdan ên klasîk.”

 

Konferanseke nevneteweyî ji bo Cizîrî

HRRK’ê da zanîn ku ew bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku, di sala 2023’yan de hewldanên xwe yên berdewam û dilsojane bikin da ku konferanseke navneteweyî bi navê Melayê Cizîrî li dar bixin û Kurdolog, pispor û lêkolîneran li bin sîwana Melayê Cizîrî li hev bicivînin.

 

Mela bi helbest û raman e

Di dîroka Kurdan de ji kesên girîngtirîn yek jî Melayê Cizîrî ye. Mela him bi helbestên xwe him jî bi raman û baweriya xwe di dilê Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Navê wî yê rastîn Şêx Ehmed e. Di helbestên xwe de bi pirranî du nasnav bi kar anîne, Mela û Nîşanî. Li Cizîrê hatiye dinyayê. Di warê jidayikbûna wî de dîrokeke misoger nîne. Hinek çavkanî sala 1567'an, hinek ya 1570'yî, hinek jî ya 1589'an jidayikbûna wî nîşan didin. Lêkoler van dîrokan jî ji hesabê ebcetê derdixin. Lê mirov dikare sala 1570´yî wek sala jidayîkbûna Mela bihesibîne. Di sala 1640´î de dîsa li Cizîrê çûye ber dilovaniya xwedê û gora wî niha li “Medresa Sor” e.

 

Te bi Şîrazî çi hacet?

Mela li cem bavê xwe Mela Mihemed dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye. Dûre ji bo dewamkirina xwendina xwe çûye Amedê, gundê Setrabasê. Wekî din jî li Hekarî, Amediyê, Iraq û Misrê jî xwendiye. Piştî xwendina xwe diçe Heskîfê. Li wir li ba Mîrê Heskîfê Melîk Kamil dimîne, lê dilê wî dikeve keça Melîk Kamilî, Selmayê. Ji ber vê eşq û evîna xwe, di sih saliya xwe de dest bi helbestan dike û ne tenê di nava Kurdan de li cîhanê dibe helbestvanekî bijare. Bi rastî jî Mela di helbestvaniya xwe de ji Mewlana û Şîrazî û Goethe ne kêmtir e. Heta vê yekê ew bi xwe jî di helbesta xwe ya li jêr de wiha diyar dike:

 

“Ger lu'lu yê mensûr ji nezmê dixwazî

Wer şi'rê melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet.”

 

‘Evîn’ li hêmanên bingehîn zêde dike

Felsefeya Mela: Feylesofê Yewnan Thales, weke hêmana bingehîn rahiştiye avê, Anaximenes wek hewayê rahiştiyê, Herakleitos weke agir pê daketiye, Empedokles çar hêmanan tîne ba hev û weke av, ax, agir û hewayê radihêje wan. Lê Melayê Cizîrî li van hêmanan yeke din jî zêde dike û dibêje “evîn” jî yek ji hêmanên bingehîn e. Gava ev çar hêman mirovan berdin jî, evîn mirovan bernade û her û her bi wan re dimîne.

 

Weke şebçiraxekî her pêxistiye

Lê paşê ev eşq û evîn ji hev qetiyan û li giyanber û negiyanberan belav bûn. Ev eşq û evîn ket axa welatan, lewma mirov ji welatên xwe hez dikin, ket rûyê jinan, lewma mirov ji wan hez dikin, ket dêr û kenîşteyan, lewma mirov diçin dêr û kenîşteyan. Li gorî Seydayê Cizîrî, di nava olan de cudatî tineye, hemû yek in. Lewra hemû ji rihekê tên û dîsa diçin derekê. Ew der jî hizûra Xwedê ye. Mirov dikare bêjê Mela him bi helbestvaniya xwe, him jî bi bîr û ramanên xwe, digel ew qas salên bihurî hê jî wekî şebçiraxekê di dilê Kurdistanê de pêxistî ye. Şewqa welatperwerî û dildariya wî hê jî rêya Kurdan ronî dike.

NAVENDA NÛÇYEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.