Şakiro hat bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 22:36

  • Şahê dengbêjan Şakiro, li Stenbolê hat bibîranîn. Di şevê de sînevîzyonek li ser jiyan û berhên Şakiro hat nîşandan. 

ERDOGAN ALAYUMAT / STENBOL

Şahê dengbêjan Şakiro, li Stenbolê hat bibîranîn. Di şevê de sînevîzyonek li ser jiyan û berhên Şakiro hat nîşandan. Şair û nivîskar Murathan Mungan got, “Ez wan ên ku rêûresma dengbêjan bi bîr tînin pîroz dikim. Hevalên xwe yên ku desthilata niha xistiye zindanan jî silav dikim. 

Piştre koma şanoyê ya GKSM’ê skêçeke li ser Şakiro nîşan da. Ciwan Haco jî peyamek ji şeva bibîranînê re şand. Piştre hevalên Dengbêj Şakiro, Dengbêj Kazo, Dengbêj Zahiro, Dengbêj Xenî, Dengbêj Mihemedê Beyro behsa bibîranînên xwe yên bi Şakiro re kirin. Wan paşê her yekê kilamek jî got. 

Piştre birayê Dengbêj Şakiro Teyfik Deniz jî kilama ji bo Şakiro çêkiriye, got. Piştre jî dîwana dengbêjan hat danîn bi Salihê Qubînî, Hediye, Eylul Nazlıer û Erhan Kaya xelkê hazir heyranî xwe hiştin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.