Şairê dijûnan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 14 Çile 2023 - 04:58

Şêx Riza Talebanî sala 1835´an li Qirix a ser bi Kerkûkê hatiye dinê. Ew 13´ê Çileyê sala 1909´an li Bexdayê çûye ber rehma xwedê.

Şêx Riza Talebanî di helbestên xwe yên hîcwî de gotin û peyvên herî mustehcen bi kar anîne. Çi merivên hikûmetê bin û çi jî merivên wî bi xwe bin, kê neheqî yan xetayek li ber wî yan jî li ber xelkê kiribe, Şêx Riza bi hicwên xwe, bi rexneyên xwe çûye ser wan.

Şêx Rizayê Talebanî kurê Şêx Ebdirehman Talebanî ye. Wî pêşî li ber destê bavê xwe xwendiye. Paşê ji bo xwendine çûye Kerkûk, Koye û Silêmaniyê. Şêx Riza sala 1860´î diçe Helebê, paşê diçe Stembolê. Du salan li Stembolê dimîne, pişt re vedigere Kerkûkê. Piştî ku bavê wî dimire ji Kerkukê diçe Koyê cem apê xwe Şêx Xefûr. Apê wî soz daye wî ku keça xwe bidiyê, lê paşê nadiyê. Şêx Riza jî li ser vê yekê diqehire ji Koyeyê diçe Kerkûkê û dest pê dike helbestan li ser apê xwe dinivîse. Mesela, rêzek ji helbestên wî yên li ser van helbestên wê wiha ye:

 

Mamekem qehpejine dewletî Şeddadî heye
Talihî rahber û bextî xuda dadî heye

 

Şêx Riza sala 1866´an diçe Erziromê û di wir re jî diçe Stembolê. Çi li Stembolê be û çi jî li derdorên padîşah be, di demeke kurt de nav û dengê wî belav dibe. Şêx Riza nêzî heşt salan li Stembolê dimîne. Paşê di 1874´an de vedigere Kerkûkê. Pişt re ji karbidestên Kerkûkê û ji hin malbatên mezin û şêx û axayên Kerkûkê diqehere, diçe li Bexdayê bi cîh dîbe. Heta ji bo vê yekê di helbestek xwe de dibêje:

 

Bem hale eger def'eytir biçime Kerkûk
Me'lûm e be merdî neriwawe le serim tûk.

 

Şêx Riza, Şukrî Fezlî û Cemîl Sidqî Zehawî çi bi erebî û çi bi kurdî gelek hicw li ser hev nivîsîne. Tê gotin, Şêx Riza welê li ser wan nivîsiye ku êdî herdu helbestvanan jî li ber Şêx Riza çîz kirine. 

Şêx Riza Talebanî 1909´an, 74 salî li Bexdayê wefat dike. Cenazeyê wî li Bexdayê nêzîkî gorna Evdilqadirê Geylanî vedişêrin.

Şêx Rizayê Talebanî bi kurdî, farisî, erebî û tirkî helbest nivîsîne. Ev helbestên wî hemû wek dîwan cara pêşî sala 1935´an de li Bexdayê hatine çapkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.