Şahmaran efsaneya Kurdan e û hew

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 9 Îlon 2021 - 07:38

Vê pêlê li ser Şahmaran gelek dosya bi zimanên biyanî tên weşandin. Di dosyayan de ji bilî serhatiya efsanewî ya Şahmaranê, behsa hêza wê ya sembolîk ya îro di nava Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê de jî tê kirin. 

Lê di van gotaran de şaşiyek heye, û ew her dubare dibe. Herî dawî di gotareke malpera nûçeyên li ser dîrokê The Ancient Origins de nivîskar Wu Mingren jî heman şaşî kiriye û gotiye: "[Efsaneya] Şahmaran herî zêde û yekser bi Kurd û Tirkan re tê elaqedarkirin, her du milet jî li rojhilatê Anatolyayê ya Tirkiyê dimînin." Ev tesbîteke ne rast û ne di cih de ye. Di nava miletên cîranên Kurdan ên weke Azeriyan de jî ev efsane heye, lê bi giştî jî weke efsaneyeke di nava Kurdan de tê naskirin û tê qebûlkirin. 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.