Şahiya ziman a Xwebûnê 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 24 Çile 2023 - 03:36

Rojnameya Xwebûnê ya ku heftane tê weşandin, di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji bo piştgiriyê şahiyekê li dar dixe. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bang kir da ku her kes tev li şahiyê bibe û xwedî li rojnameya Kurdî derkeve. 

Rojnameya Xwebûnê, di 22’yê Kanûna 2019’yan de li Amedê dest bi weşanê kir. Xwebûn, tekane rojname ye ku li Bakurê Kurdistanê weşana bi zimanê Kurdî dike. Her wiha weke heftane tê weşandin. Rojnameya Xwebûnê, dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo piştevaniyê şahiyekê li dar bixe. Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Kawa, Diyar, Xelîl Xemgîn jî di nav de gelek hunermend û nivîskar dê bi riya dîmen tev li şahiyê bibin. Amadekariyên konsera ku dê tê de hunermend Kadîr Çat û Koma Sorjiyan derkevin ser dikê, bi dawî bûn. 

Kadrî Esen got, ew xebatên xwe yên rojnamegeriyê li Amedê dimeşînin û wiha peyivî: “Li vir em hem rojane hem jî heftane karê xwe dimeşînin. Rojnameya Xwebûnê tekane rojname ye ya ku bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi rêk û pêk weşanê dike. Piştî ku sê sal qediyan em dixwazin di sala çaran de bi boneya roja zimanê dayikê ya cîhanê bi şahiyekê bi gelê xwe re bên gelhev. Me plansaziya vê yekê kiriye. Em ê konsera xwe di 21’ê Sibatê de li dar bixin. 21’ê Sibatê roja Zimanê dayikê ya Cîhanê ye lê li Bakûrê Kurdistanê zimanê Kurdî qedexe ye. Destûr nayê dayîn ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê.”

 

Hazirî bi dawî bûn

Kadrî Esen da zanîn ku ji bo ku balê bikşînin ser rewşa zimanê Kurdî wan ev organîzasyona konserê kiriye û got, “Ev nêzî mehekê ye me ji bo vê konserê hazirî dikir û niha haziriyên me bi dawî bûn. Tenê di hêla hiqûqî û fermî de miracaetên me mane ku em vê jî bikin, bernameya me dê temam bibe.”

MA/AMED

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.