- Şahbanûya kevn a Japonyayê a bi navê Mako Komuro niha li New Yorkê li “Muzexaneya Metropolitan” dixebite.
Şahbanûya kevn a Japonyayê a bi navê Mako Komuro niha li New Yorkê li “Muzexaneya Metropolitan” dixebite.
Şahbanû Mako Komuro, ji ber ku bi kesekî re zewicî ku ne ji malbata împaratoriya Japonan, statûya xwe ya împeratoriyê ji dest dabû. Beriya wê tiştekî wiha neqewimîbû û Mako Komuro ev tabû şikandibû û zewaceke derveyî malbatê pêk anîbû.
Mako Komuro piştî ku li zanîngehê li ser dîroka huner dixwîne û hezkriyê xwe Komuro Kei nas dike. Piştî wê ji mafê xwe yê şahbanûtiyê diqere û li New Yorkê bi cih dibe. Li gorî nûçeya The Art Newspaperê, Mako Komuro niha li muzexaneyê di beşa Asya de dixebite û nivîsên katalogan dinivîse. Her wiha derbarê berhem û hunermendan de agahiyan dide kesên ku tên serdana muzexaneyê.
Ji ber pirsgirêkên vîzeyê, ew niha bi dildarî li muzexaneyê dixebite û ji ber zewaceke derveyî malbatî pêk aniye, malbatê ew ceza kiriye û pereyên ku mafê wê ye (1.3 milyon dolar) nedane wê.
NEW YORK