• Dilawer Zeraq bi romana xwe ya dawî “Şador”ê rêçike nû çêdike ji bo xwînerên Kurmanciyê. Ew bi karakterên Rizgan û Besnayê “desthelatiya mêrane” û “hezkirinên beravêtî” yên welatê xwe tîne ziman. Roman, evînê bi têgihên nû şirove dike û hewl dide wê di “şûn û kakilê wê de bi keys bike.”

ARDÎN DÎREN

 

“Sûskewa’m…bila her tişt di mesîla xwe de biçe. Bihêle heyran…”

Ji zû ve min romanên Kurdî nedixwendin. Beriya hefteyekê min sê romanên Kurdî ên nû kirrîn: Dagirkirina Tarîtiyê ya Bextîyar Elî, Ulysses a James Joyce bi wergera Kawa Nemir û Şadora Dilawer Zeraq. Min Dagirkirina Tarîtiyê heya 300 rûpelî xwend, romaneke têr xweş û balkêş e, lê zêde dirêj e. 715 rûpel in, li ber xwe didim da ku biqedînim. Ulysses jî li ser maseyê pal daye û her li min dinihêre, weke ku bêje tu yê kêngî bala xwe bidî ser min. Min dil heye di wexteke dûrî teşqeleyan bikevim ser dilê vê romanê û dilê xwe li Kurdiya wê jî rehet bikim. Di nav heftûheşta hizrî ya li ser romanan de bi carekê Şadora Dilawer Zeraq biriqî li ber dilê min, min rahişt romanê û min bi derbekê qedand. Belkî jî romanê xwe da xwendin bi wî zimanê xwe yê xas û herikbar yê Kurmancî. 

Ez ji wan romanan hez dikim ku havênê xwe ji rabuhiriya civakî digirin û karakterên xwe jî bi  heman havênî dimeyînin. Romana Şador weke xwînerekî ez birim herêma ku ez lê mezin bûbûm û xortaniya min lê derbas bûbû. Bi xwendina her hevokê rehên zimanê min yên ku hatibûn qutkirin, ji nûve şîn bûn û bi gotina nivîskarî zimanê min “mezintir” bû. Her wiha, min jî bi saya romanê, bi çanda zimên re, ew “peywendiya arizî” ya ku nivîskar behs dike, danî. Nexasim jî peyvên weke “beravêtî”, “sibatoka dînik”, “mesîl”, “şelûfkî”, “tetirxanî”, “qelaptina serbanan” û “sûskew” ew peyv bûn ku peywendiya min a bi romanê re xurttir kirin û ez birim ber bi zarokatiya min ve. Min ev peyv hemû ji devê dêya xwe bihîstibûn û bi min pirr xweş hat ku di romenekê de rastî van peyv û biwêjan hatim. Jixwe, lehengê romanê Rizgan jî ji hezkiriya xwe bêhtir sewdaliyê van biwêjan e û wî bi van biwêjan kakilekî bi çêj ava kiriye ji xwebûna xwe re. Lê gava ew di serê romanê de ji hezkiriya xwe Besnayê re dibêje; “Sûskewa’m”, mirov tê derdixe ku Rizgan dixwaze bi qalibên Kurdî yên resen evînekê bijî û ji bo vê yekê jî xwe diêşîne. Her wiha ew ji “hemû awayên serdestiyê” jî aciz e! 

Dilawer Zeraq

Hezkirina beravêtî û nêrtiya rehberdayî!

Jixwe, roman jî li ser xwe filitandina ji serdestiyê hatiye honandin û nerazîbûneke li hember “mêrbûna xurt û mezin ya di nêrtiya xwe de rehberdayî” de! Dema Rizgan ji Besnayê re dîmenê evîna xwe xêz dike, jê re dibêje; “Ez nikarim mêrbûna xwe bikim destiyê kêra hezkirina beravêtî…” Ev gotin ne ya lehengekî romanên Rûsî ye û ne jî romanên din ên neteweyên din. Ev gotin gotina Rizgan e, Rizganê ku di romana “Şador” de, ji kûrahiya bîra xwe behsa wan qewamên dike yên ku bandor lê kirine. Di romana Kurdî de karakterekî nû ye û bi zimanekî din diaxive bi me re. Peyv û biwêjên ji rêzê û erzan tine ne di tûrikê wî de. Weke ku Rizgan jî tîne ziman; “Ez çi gava dikevim nava behra zimên û dest bi soberiyê dikim, her gavê xwe ji gava berê nezantir û naşîttir hîs dikim.” Yanî hizr û bîra Rizgan ya şexsî pirr kûr e û rehên qewamên ku di bin bandora wan de maye jî têra xwe fireh in. Ji lewma Rizgan bi van bandoran teşe girtiye û çêbûye. 

 

Şewqa bandoran û teşegirtin

Roman jî weke du beşan ango “aheng” û “teşegirtin” hatiye sêwirandin. Di beşa “teşegirtin”ê de Rizgan behsa wan serpêhatiyên xwe yên ku bandor lê kirine, dike û di beşa “aheng”ê de jî Rizgan û Besna qewamên ku bandor li Rizgan kirine, şirove dikin. A rast Rizgan diaxive û Besna lê guhdarî dike. Di hin cihan de jî Besna hin pirsan ji Rizgan dike. Bi van pirsan Rizgan bêhtir dilê xwe li xwîner vedike û dide zanîn ku ev bandor weke şewqekê rê dane ber wî û wî di van rêyan de xwe nas kiriye, ango teşe girtiye. Ew gelek caran bêhemdê xwe diçe xortaniya xwe û her ku diçe xortaniya xwe bi tiştekî nû yan jî “teşe”yekî cuda derdikeve pêşberî xwîner; ev teşegirtinên nû carna dahûrandinên li ser destana Zembîlfiroş in, carna jî yên li ser destana Memê Alan in. Hin caran gotina bavê wî ya ji bo dêya wî ye. Carna Pira Merwaniyan e, carna jî Egîd ango Mahsûm Korkmaz e. Her wiha carna jî hevokeke li ser rojnameyeke bi Kurdî bûye sedem ku bandorên xwe hemûyan li hev kom bike û careke din li ser wan bihizire. Rizgan dide dû hevoka “Em tevgera hezkirinê ne” ya li ser rojnameyê û bi vî awayî lêhûrbûnên xwe yên li ser bandoran kûrtir dike. Dixwîne û her dixwîne ta ku digihîje “xwe” û bûyînekê çêdike ji van bandorên ku ji bo xwebûna xwe weke şewqên “dongî”yan dibîne.

 

Mêrê ku bi “nêrantî”ya xwe dadikeve

Nivîskarê romanê di hin cihan de lehengê xwe Rizgan, zêde îdealîze dike. Yanî hema bêjê ti qisûr û kêmasiyên wî tine ne! Ji şûna ku ew di van bandoran de asê bimîne, ev bandor jê re dibin rêçikên birêveçûnê. Rizgan ew mêr e ku dizane “weke mêrekî çi neke” û xwe ji kiras û qalibên nêrbûnê xelas kiriye. Yanî ew di “deshilata mêrane” de asê nemaye û bandorên li ser xwe veguherandine mesîleke ramanê ya ku nihêrîn û dîtinên nû bi ber wî xistine. Rizgan lehengekî bîrbir e û ne korfêm e, ew bi “nêrantî”ya xwe daketiye û wî ev girêka mezin çareser kiriye. Mirov her ku li Rizgan guhdarî dike ji “nêrantî”ya xwe dikeve û fedî dike! Yanî Rizgan ew kese ku “ronesansa” xwe pêk aniye. Lê Besna? Besna jî li hember Rizgan ewqasî “kêm” e û bi bihîstina her gotineke Rizgan careke din dilê wê geş dibe û dibe “heyran”ê wî! Rizgan çiqasî çalak û xurt be, Besna jî ewqasî lewaz e û ne çalak e. Ji bo têgihîştina ji qewam û bandoran. 

 

Hewldana bikeyskirina evîneke pak

Romana Şador hewl dide li welatê hezkirinên beravêtî, karakterekî nû yê ku awayên evîndariyê yên dîtir nîşanî me dide, ava bike. Ji lewre li welatê Rizgan “hezkirin di şûn û kakilê xwe de bi keys nebûye!” Mebest û hewldana Rizgan ji bo bikeyskirina vê evînê ye. Roman vê yekê bi du lehengan vedibêje, lehengên ku di navbera aheng û teşegirtinê de hevdu nas dikin û xemên xwe yên li ser evîn û bengîniyê parve dikin. Tenê ne evîndarî her wiha bandora qewaman ya li mirovî jî bi gewde dikin Rizgan û Besna. Û ew dikin ku mirov bi têgehên nû careke din li ser evîndariyê biramin.  Yanî roman bi mijar û lehengên xwe rêyeke nû, rûbareke nû ya hizirîn û ramanê ava dike di hişê xwîner de. Rêyeke nenas ya hezkirinê. Bandorên Rizgar çawa ku kiribin ew li xwe vegere û biguhere, divê bandorên Şadorê jî siya xwe bidin ser karakterên nû yên romanên Kurdî. Karakterên ku jidil jî bi Kurdî diaxivin û di ferasetên xwe de çend qonax bi wêdetir diçin.

 

Mijareke xirboq û qonaxa trajediyê

Axir nivîskar mijareke xirboqî kiriye stûna romana xwe, mijareke ku mişt bi trajedîyan dagirtî ye û zû bi zû nayê fêmkirin yan jî çareserkirin. Em vî tiştî di nameya dawî ya romanê de, nameya ku Rizgan ji Besnayê ango sûskewa xwe re nivîsandiye, baştir hîs dikin: “Ev qonaxa ku min xwe gihandiye û xwe tê de ava kiriye, ji bo min ne serketinek e. Berevajiya wê, ez vê qonaxê wekî ‘qonaxa trajediyê’ his dikim. Ji ber ku qet û qet ne hêsan e ez, an jî mêrekî din, bi temamî xwe ji nêrtiya xwe bişo. Helbet ya têrtekûz ku dil û hiş dixwaze ew e. Lê nêrbûna bi me re ne wekî mêbûna bi we re ye. Em têde digevizin heta ku ew dibe ya me. Herçî jiyana me ye, jixwe bi wê dest pê dike. Hem bi nêrbûnê hem jî bi mêrbûnê.”