• Belgefilma derhêner Hogir Hirorî a bi navê “Sabaya” li Emerîkayê kete nav lîsteya 50 filmên herî baş ên sala 2021’ê.

Belgefilma derhêner Hogir Hirorî a bi navê “Sabaya” li Emerîkayê kete nav lîsteya 50 filmên herî baş ên sala 2021’ê.

Li gorî nûçeya “The Guardian”ê, Hogir Hirorî bi belgefilma “Sabaya” wêrekiyeke baş nîşan daye û bi sînematografiyeke sade serhatiya jinên Êzîdî ya dijwar vedibêje. Van hêlên belgefilmê kir ku belgefilm li gelek festîvalên dinyayê were nîşandan. Her wiha Hirorî bi vê belgefilma xwe zilm û destdirêjiya li dijî jinên Êzîdî nîşanê dinyayê da.

Hogir Hirorî bi vê belgefilma xwe beşdarî festîvalên wek “Sundance” , “Hong Kong” , “Docaviv” bûbû û ji van festîvalan xelat wergirtibûn. 

Hogir Hirorî bi belgefilma “Sabaya” behsa rizgarkirina jinên Êzîdî yên di deste DAIŞ’ê de dike.

NAVENDA NÛÇEYAN