• Ev çi ye? Gelo fotografek e û hinekan bi fotomontajê wiha lê kiriye? Ev rûyê hunermedeke ji Koreya Başûr e: Dain Moon. Lê ev ne fotografekî fotomontajê ye.

Ev çi ye? Gelo fotografek e û hinekan bi fotomontajê wiha lê kiriye? Ev rûyê hunermedeke ji Koreya Başûr e: Dain Moon. Lê ev ne fotografekî fotomontajê ye. Dain Moon hunermendeke make-upê ye. Yanî tuwala wê rûyê wê ye. Esas ew weke şêwekar perwerde dibe, lê di dawiyê de ji tuwalan bi qasî ku ji rûyê xwe razî dibe, razî nabe. 

Ew bi rûyê xwe îluzyonan çêdike. Ji bo çêkirina her berhema wê, 3 saet heta 12 saet jê re lazim dibin. 

Ew îluzyona xwe bi şêwekariyeke weke ya fotografê rastî dike û çav, lêv û tu devera rû jî efû nake. Encam jî matmayî dihêle û hin kesan jî dibizdîne.

Bi ya wê, “Rûyê bi rastî, xwe di bin wan destan re ku wê vedişêrin, dide der. Ev jî îfade dike ku ew întîbaya pêşî a rûyê mirovekî esas behsa meseleyê hemûyî nake.”

Yanî bi îluzyonên xwe yên ku xwe dispêrin hebûna pirr tebeqeyan bi vî awayî pirrengîbûna kesekê/î nîşan didin. Ew niha li New Yorkê dimîne û têra xwe jî navdar e di nav dinya huner û modeyê de.

NEW YORK