Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guherandin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 5 Mijdar 2022 - 00:17

  • Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama danûstandinên bi Ukraynayê re, wan doh 214 dîlên şer bi hev guherandine. 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bi Ukraynayê re 214 dîl bi hev guherandine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama danûstandinên bi Ukraynayê re, wan doh 214 dîlên şer bi hev guherandine. Ji wan 107 Rûsî û 107 jî Ukraynî ne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Leşkerên bi hev hatine guherandin, testên pêwîst ên ji bo tenduristî û derûniyê ji bo wan hatiye kirin, bi rêya balafireke taybet a leşkerî ya herdu welatan ve, bi hev hatine guherandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.