Rûsan gundê Tirk tê de bombe kir

Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:01

  • Hêzên hikûmeta Şamê gundewarên rojavayê Helebê topbaran kir. Balafirên şer ên Rûsyayê jî gundekî li rojhilatê Idlibê yê nêzî rêya M4´ê bombeberan kir. 

Hêzên hikûmeta Şamê gundewarên rojavayê Helebê topbaran kir. Balafirên şer ên Rûsyayê jî gundekî li rojhilatê Idlibê yê nêzî rêya M4´ê bombeberan kir. Li vî gundî çend nuqteyên dewleta Tirk jî hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama topbarana hêzên hikûmeta Şamê li dijî gundê Kefernûran ê gundewarên rojavayê Helebê de jinek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din jî, balafireke Rûsya çend caran gundê Mejdeliya yê li ser rêya Heleb-Lazqiyê M4´ê, li rojhilatê bajarê Idlibê, bombeberan kir. Li vî gundî çend nuqteyên dewleta Tirk hene.

SOHR´ê pêr ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê gundê Sifûhin, El-Fitêra, Filêfil ê li çiyayên Zawiye yê başûrê Idlibê jî topbaran kirine. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.